​​​​​​​DAIŞ’ê berpirsyariya teqîna li Kabûlê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ'ê li paytexta Efganistanê Kabûlê otobuseke rêwiyan a kir hedef û di encamê de jinek hate kuştin û 3 kes birîndar bûn.

​​​​​​​DAIŞ’ê berpirsyariya teqîna li Kabûlê girt ser xwe
1 gulan, 2022   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

DAIŞ'ê îro berpirsiyariya teqandina otobuseke rêwiyan li paytexta Efganistanm Kabûlê girt ser xwe.

Li gorî France 24, polîsên Kabûlê ragihand ku di êrişa li ser otobusê de jinek hate kuştin û 3 kesên din birîndar bûne.

Di êrişên 2 hefteyên dawîn ên meha Remezanê de, bi dehan kes hatin kuştin.

Roja înê jî di êrişeke li ser mizgeftekê de 10 kes hatibûn kuştin û heta niha tu aliyan berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Lê DAIŞ'ê îro bi daxuyaniyekê perpirsiyariya êrişa li ser otobusê girt ser xwe û di daxuyaniyê de hate gotin: "Leşkerên Xîlafetê mayînek bi otobuseke li navçeya 6 a bajarê Kabûlê teqand û di encamê de ziyan gihande otobusê û nêzî 10 kes hatin kuştin û birîndarkirin."

DAIŞ'ê her wiha berpirsariya çend êrişên hefteyên dawîn ên li Efganistanê girtibû ser xwe, bi taybet êrişên ku şîe kirine hedef.

Berpirsên Talîbanê îdia dikin ku hêzên wan DAIŞ têk biriye, lê lêkolîner piştrast dikin ku DAIŞ hîn jî li welêt xetereyek e.

(dx)