​​​​​​​Li Kobanê ji ber lehiyê 25 kes asê mane

Li gundê Taşlokê yê dikeve başûrê bajarê Kobanê, ji ber lehiyê 25 kes asê mane.

​​​​​​​Li Kobanê ji ber lehiyê 25 kes asê mane
30 nîsan, 2022   19:00
KOBANÊ

Li seranserî kantona Kobanê ji ber barana dijwar  lehî rabû.

Li gundê Taşlokê yê 20 km dikeve başûrê bajarê Kobanê, 25 kes ji ber lehiyê li ser baniyan asê mane.

Alavên Şaredariya Gel ji bo xilaskirina wan kes berî dane gund.

Di wêneyên ku medyaya civakî de parve kirine de, diyar dibe ku endamên Heyva Sor a Kurd du zarok ji lehiyê xilas kirin.

ANHA