​​​​​​​Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Remezanê 3 roj kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Remezanê 3 roj kir betlane.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Remezanê 3 roj kir betlane
30 nîsan, 2022   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Remzanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bilî saziyên ku pêwîstiyan wan bi karê rojane heye, tevahî daîre û saziyên fermî yên Rêveberiya ji roja Duşemê 2'ê Gulana 2022'yan heta roja Çarşemê 4'ê Gulana 2022'yan dikevin betlaneyê.

ANHA