Di şoreşa jinê de jin bi keda xwe aboriya xwe pêk tîne

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi rêya vekirina proje û kargehan destekê didin sûkên herêmî, rêgeza xwetêrkirinê pêk tînin û aboriya herêmê pêş dixînin.

Di şoreşa jinê de jin bi keda xwe aboriya xwe pêk tîne
1 gulan, 2022   00:45
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Li dijî alozî û êrişên li pey hev ên hêzên kapîtalîst ên li dijî şoreşa wan, jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyên civakî, siyasî, leşkerî, diplomatîk û aborî ve berpirsyariya parastin û alîkariya civaka xwe girtine ser milê xwe.

Di demekê de ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aloziyeke aborî re rû bi rû ye ku ji aliyê hêzên kapîtaîst ve hatiye ferzkirin, jinan bi keda xwe û bi derfetên kêm di hemû waran de xwetêrkirin pêk bînin.

XURTKIRINA ABORIYA JINÊ

/kr/uploads/files/2022/04/30/192049_-.webp

Cewahir Osman (34) yek ji 9 hezar û 500 jinên ku di proje û kargehên taybet bi Komîteya Aborî ya Kongra Star de dixebitin got: "Van projeyan hêza me derxist û heta asteke mezin desteka madî da me."

Cewahir Osman dayika 5 zaroka ye, li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo dijî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Destpêkê ez di projeya Demsal a çandiniyê de xebitîm da ku karibim di aliyê madî de alîkariya malbata xwe bikim. Lê niha hîs dikim ku ez destekê didim civakê bi giştî. Em nêzî 70 jinî ne ku li vir dixebitin. Em xwe mîna karkeran nabînin lê belê em malbatek in."

 ‘JIN HÊZA AFRÎNRA ABORIYÊ YE‘

Cewahir Osman di axaftina xwe de destnîşan kir ku di projeya Demsal de hemû cûreyên sebzeyan mîna kartol, fûl, bazêla, xeyar, garisê zer, bîber, bacanê reş, her wiha genim, ceh û gijnîj têne çandin û wiha pêde çû: "Herêma me bi axa xwe ya baş tê naskirin. Ji ber wê jî divê em van projeyan zêde bikin û bi awayekî mezintir li wan binihêrin da ku aboriya herêmên xwe vegerînin cewhera wê ya rast."

Bi armanca destekdayîna jinan û pêşxistina aboriya wan, Komîteya Aborî ya Kongra Star ji sala 2013`an ve 93 kargeh û proje li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

/kr/uploads/files/2022/04/30/192110_-.webp

Ji rêveberên Komîteya Aborî ya Kongra Star Armanc Mihemed diyar kir ku aboriya jin roleke pêşeng di destekdayîna aboriya civakê de lîst.

Armanca komîteyê ew e ku aboriyê vegerîne cewherê wê yê rast ku aboriya kapîtalîst ya li ser esasê qezenkirina mezin û kesybaziyê bi aboriya komînal biguherîne.

Armanc Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser destpêkirina avakirina Komîteya Aborî ya Kongra Star û ev tişt anî ziman: "Di destpêka avakirinê de komîteyê xwe spart koperatîfan. Lê ji ber hin astengiyan nikaribû bi awayê ku tê xwestin xwe pêş bixe. Ji ber wê jî me bi enerjiya jinan dest bi geşkirina aliyê çandinî û pêşxistina wê  kir."

WERŞE

Her wiha li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kargehên konserwa, kargehên şêraniyê hatin vekirin. Di wan kargehan de tenê jin dixebitin. Armanc Mihemed got, rêjeyek ji berhemên projeyên wan ji kargehan re têne şandin da ku li sûkan were firotin.

Armanc Mihemed diyar kir ku werşeyên çêkirina cilan li Heleb, Kobanê û herêma Cizîrê hatin vekirin ji wan werşeya Evîn a cilan ku 5 şaxên wê li herêmê hene.

Endama rêveber a Komîteya Aborî ya Kongra Star Armanc Mihemed di dawiyê de diyar kir ku di projeyên aborî de amadekariyên kolandina bîrên tirwazî dikin û got, ev gav dê bandorên kêmbûna baranê derbas bikin û rêgeza xwetêrkirinê di civakê de pêk bîne.

(bx)

ANHA