​​​​​​​Siyasetmedar: Tirkiyê dixwaze li ser hesabê Sûriyê û Iraqê projeya xwe pêk bîne

Siyasetmedarên Kurd ên bajarê Reqayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo vegerandina serdama osmanî, li Iraq û Sûriyê şerekî qirker dide meşandin.

​​​​​​​Siyasetmedar: Tirkiyê dixwaze li ser hesabê Sûriyê û Iraqê projeya xwe pêk bîne
1 gulan, 2022   01:37
EHMED EL-ESAF-REQA

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

/kr/uploads/files/2022/04/30/181101_-.webp

Di vê der barê de Serokê Nivîsgeha Têkliyan a Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mehmûd Bozan êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û weke qirkirina gelên herêmê bi nav kir.

Mehmûd Bozan got, gelên herêmê çi Kurd çi jî Ereb ne terorîst in, lê şerê terorê kirine, sîstema biratiya gelan û jiyana hevbeş ava kirine.

Bozan bang li civata navneteweyî, azadîxwaz û Komîteya Mafên Mirovan kir ku erkên xwe li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî bi cih bînin û anî ziman ku Edogan hewl dide şerê qirkirinê pêk bîne.

Mehmûd Bozan bi domdarî got: "Her kes siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dizanin. Her kes niyetên faşîzmê û sûcên wê yên li dijî gelên me dizanin. Tirkiyê dixwaze dîroka osmanî vegerîne û mîna berê cudahiyê di navbera gelên herêmê de derxîne."

/kr/uploads/files/2022/04/30/181039_-.webp

Li aliyê din, Serokê Nivîsgeha Têkliyên Giştî ya Partiya Komarî ya Kurdistanê ya li Reqayê, Ehmed Nûrî got, dewleta Tirk siyasetên qirkerkirinê li dijî gelên herêmê dimeşîne û demografiya herêmê diguherîne û got: "Dewleta Tirk a dagirker li ser hesabê Sûriyê û Iraqê dixwaze serdema osmanî vegerîne û projeya demokratîk têk bibe, ev jî li dijî qanûnên navneteweyî ne."

Nûrî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya siyasetên dorpêçê, guhertina demografîk û qutkirina avê li ser herêmê dixwaze projeya xwe ya dagirkeriyê temam bike ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve pêk tîne.

Serokê Serokê Nivîsgeha Têkliyên Giştî ya Partiya Komarî ya Kurdistanê ya li Reqayê Ehmed Nûrî di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku li gorî pîvanên mafên mirovan tevbigerin û dawî li binpêkirinên dewleta Tirk ên li herêmên bînin.

(şt)

ANHA