​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi Meclisa Til Hemîs re civiya

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi Meclisa Navçeya Til Hemîs re civiya û bendên reşnivîsa peymanê nîqaş kirin.

​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi Meclisa Til Hemîs re civiya
30 nîsan, 2022   14:41
QAMIŞLO

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi meclis û komînên navçeya Til Hemîs re civiya.

Di civînê de reşnivîsa peymana civakî ji bo endamên meclis û komînên Til Hemîs hat şîrovekirin.

Civîn li navenda çandê ya navçeya bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

/ar/uploads/files/2022/04/30/130258_img_8490.webp

Di civînê de endamên komîteyê Ziyad Rustem, Senherîb Bersûm û Malik El-Giûd amade bûn.

Made û bendên reşnivîsê ji "Rêgezên sereke, maf, azadî, rêxistinkirina civakê û qanûnên giştî" pêk tê hatin xwendin û şîrovekirin. Beşdaran jî nêrîn û pêşniyarên xwe derbarê peymanê de parve kirin.

Pêşniyar di raporekê de hatin komkirin da ku werin lêkolînkirin.

(şt)

ANHA