Ji bo PKK'ê 37 hezar îmze li Dêrikê hatin komkirin

PYD'ê ragihand ku wan ji bo rakirina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" 37 hezar îmze li Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê kom kirine.

Ji bo PKK'ê 37 hezar îmze li Dêrikê hatin komkirin
30 nîsan, 2022   14:30
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Dêrikê bi daxuyaniyekê encamên kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" eşkere kir.

Edamê PYD'ê yê Dêrikê Mutîî Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqnas, çalakvan û hemû pêkhateyên Dêrikê ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Kildan tev li kampanyayê bûn.

Her wiha bal hate kişandin ser damezrandina PKK'ê û wiha hate domandin: "Di demekê de ku dagirkerên Kurdistanê Kurd qir dikirin û li dijî wan siyasetên asîmlasoyn, înkar, kuştin û binpêkirin pêk dianîn, pêwîstî hebû ku PKK'ê bê damezrandin, da ku hebûna kurdan biparêze."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo razkirina dewletên ku ji ber têkoşîna PKK'ê ziyanan dibînin, di serî de Tirkiyê, ev partî xistina "lîsteya terorê".

Di daxuyaniyê de encamên kampanyaya derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" ya li Dêrikê pêk hatî, hate eşkerkirin û hate diyarkirin ku 37 hezar li navçeyê hatine komkirin û dê pêşkêşî Konseya Yektiya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrolayê were kirin da ku vê patiyê ji "lîsteya terorê" derxînin.

Di dawiyê de, PYD'ê spasiya hemû sazî û navenên ku piştgirî dan kampanyayê kir.

(şt)

ANHA