Li Hesekê pîrozbahiya 1'ê Gulanê

1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê bi şahiyekê li bajarê Hesekê hate pîrozkirin.

Li Hesekê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
Li Hesekê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
Li Hesekê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
Li Hesekê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
Li Hesekê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
Li Hesekê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
Li Hesekê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
Li Hesekê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
30 nîsan, 2022   15:12
HESEKÊ

Bi diruşma "Bi têkoşîna 1'ê Gulanê em berxwedana gelan silav dikin", Yekitiya Kedkaran a TEV-DEM'ê şahiyek li qada Suryan a taxa Nasira ya bajarê Hesekê li dar xist. Bi sedan kes tev li şahiyê bûn.

Qada şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM û Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pankartên "Bijî 1'ê Gulanê" û "Xebata jinan bi nirx e şoreşê mezin dike" hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Yekitiya Kedkaran a Kantona Hesekê Kemal Elî daxuyaniya yekitiyê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi rih û têkoşîna 1'ê Gulanê em tevahî kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê roja dîrokî ya cîhanî, roja îrade û sekna lehengane ya li hemû zulm, înkarkirin, zihniyeta desthilatdar silav dikin.

Em ji bo jiyaneke bi rumet, başkirina rewşa jiyanî, mercên xebatê û parastina destkeftiyên civakî, ji bo avakirina civakeke demokratîk û azadî kar dikin."

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîlayan a li hemberî dewleta Tirk a dagirker hate silavkirin û wiha hat domandin: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rihê serkeftina 1'ê Gulanê em ê asta têkoşînê bilind bikin heta ku serkeftinê misoger bikin û bi rihê 1'ê Gulanê berxwedana gelan pîroz dikin."

/ar/uploads/files/2022/04/30/140840_ghryb-hsw-28large29.webp

Piştre hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso axivî, ev roj li tevahî karkerên cîhanê pîroz kir û têkoşîna wan a li hember zilm, înkarkirin û desthilatdariyê silav kir.

Hiso anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hîna mafên karkeran înkar dike, li Tirkiyê karker di girtîgehan de û rewşa wan ne baş e.

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî jî diyar ki ku pergalên kapîtalîst mafên karkeran diçewisîne û wan bi kar tîne, dema ku mafên xwe  yên rewa dixwazin şerê wan dike.

Welîda Botî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser PKK'ê û got: "Dewleta Tirk êrişî PKK'ê ya ku gelên Kurdistanê diparêze, dike da ku îradeya gelên azad têk bibe."

Di şahiyê de PYD'ê plaket diyarî Yekitiya Kedkaran a Kantona Hesekê kir.

Di dawiyê de li ber stamen Koma Tolhildan xelek hatin gerandin.

ANHA