Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk meşek li dar xist

Şêniyên gundewarên rojhilatê Kobanê, êrişên dewleta Tirk ên tevî hevkariya PDK’ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.               

Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk meşek li dar xist
30 nîsan, 2022   11:50
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên gundewarên rojhilatê kantona Kobanê li gundê Xirabeşkê kom bûn û xwepêşandanek bi armanca şermezarkirina siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê li dar xist.

Xwepêşandêran dirûşmên "Bimire xayîn, bimire faşîzma Tirk", "Bijî berxwedana gerîla", "Serkeftin ya gerîla ye” û “Azadî ji bo Rêbertî" berz kirin.

Xwepêşandêran berê xwe da navenda navçeya Çelebiyê û li wir endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce bal kişand ser rola gerîla di parastina Kurdan de û xiyaneta PDK'ê ya li dijî Kurdan şermezar kir.

Ehmed Xoce diyar kir ku Komploya Navneteweyî berdewam dike û bi rêbazên cuda hewl didin Kurdan tune bikin. Xoce wiha lê zêde kir: "Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji destpêka damezirandina xwe ve ji bo ku gelê Kurd di nava aramî û ewlehiyê de bijî, li hember hêzên serdest tê koşiya û îro dem hatiye ku Kurd piştgiriya PKK'ê bikin da ku bi ser bikevin."

Ehmed Xeco di dawiya axaftina xwe de got dawiya xiyanetê xirab e û kesên ku xiyanetê li doza kurdî bikin, divê vê yekê baş bizanin.

(dx)

ANHA