Kongra Star 1'ê Gulanê pîroz kir

Kongra Star Roja Karkeran a Cîhanê li rêber Abdullah Ocalan, gerîla û karkeran pîroz kir û tekezî li ser bilindkirina têkoşînê ji bo piştgiriya gerîla kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker destanên lehengiyê dinivîsin.

Kongra Star 1'ê Gulanê pîroz kir
30 nîsan, 2022   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star îro bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye:

"Em ji bo zindîkirina yek ji mezintirîn cejnên mirovahiyê ku di 1'ê Gulanê de piştî têkoşîn û hewldana karkeran hate ragihandin ku ji bo karkeran bibe cejn û rojeke cîhanî, ji ber rola wan di avakirin û pêşvebirina civakan de.

Em îsal di nava şert û mercên awarte de, çi êrişên sîstematîk ên li dijî hêzên demokrasiyê yên ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) temsîl dike, çi jî êrişa li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku bi dehan salan ji bo têkoşîna li dijî neheqî, zilm û înkarkirina nasnameyan tê dikoşin, vê cejnê pîroz dikin. Dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya hinek xayinên Kurd ên ji malbata Barzanî ji 17'ê Nîsanê ve bi çekên giran û kîmyewî şer daye destpêkirin û ji aliyekî din ve tecrîdê li ser gelê berxwedêr, kedkar û têkoşeran li hemberî neheqî û zilmê didomîne. Rêber Ocalan ev 20 sal zêdetir e li zindana Îmraliyê ji hemû mafên xwe bê par maye. Ew karkerên rast in, ji ber ku parastina rûmeta gelê xwe dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate destnîşkirin: "Em wek Kongra Star, kedkarên azadiya jinan, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin gerîla, bi taybet YJA Starê ku li hemberî dijmin destanên lehengiyê nivîsandine û ji bo azadiya Rêbertî û azadiya jinan li ber xwe daye. Netewe bi ked û xebata gelê xwe tên avakirin, ji ber ku karker avakarên welatan in, em cejna karkeran li wan pîroz dikin."

(dx)

ANHA