​​​​​​​PYNK: Divê aliyên kurdî destekê nedin dijminê gelê Kurd

PYNK`ê şaxê herêma Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla şermezar kirin û got divê aliyên kurdî destekê nedin dijminê gelê Kurd.

​​​​​​​PYNK: Divê aliyên kurdî destekê nedin dijminê gelê Kurd
30 nîsan, 2022   11:56
 KOBANÊ

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) şaxê herêma Firatê li Qada Jina Azad daxuyanî da û tê de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK`ê ya pê re şermezar kirin.

Bi dehan endamên partiyên kurdî tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S) Aras Ebdurehman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê pêvajoya hesas de ku cîhan tê re derbas dibe, li gel şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, dewleta Tirk vê mijûlbûnê bi kar tîne û êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk di êrişên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê de careke din çekên kîmyewî bi kar anîn û mafên mirovan binpê kirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi wexta destpêkirina êrişan hat kirin û hat gotin: “Piştî serdana Mesrûr Barzanî ya Enqereyê û hevdîtina wî bi Erdogan û serokê îstîxbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan û li gel ku dewleta Tirk aloziya siyasî û bêdengiya hikumeta Iraqê bi kar tîne û bi hevkariya PDK`ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.”

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hat kirin ku helwesta xwe li hember van êrişên qirkirinê nîşan bidin. Her wiha bang li aliyên Kurd hat kirin ku destekê nedin dijminê gelê Kurd û bang li civata navneteweyî hat kirin ku helwesteke cidî li hember êrişên li ser Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bide.

(şx)

ANHA