​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê banga piştgiriya berxwedana gerîla û QSD`ê kir

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê bang li gelê Kurd kir ku destekê bide berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê û ya QSD`ê ya li dijî dewleta Tirk a faşîst.

​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê banga piştgiriya berxwedana gerîla û QSD`ê kir
30 nîsan, 2022   11:09
KOBANÊ

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê diyar kir ku artêşa Tirk û hevalbendên wê li Rojava û çiyayên Kurdistanê bi bin ketin, lewma dixwazin tolê rakin û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin armanc.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Ehmed Delê li Qada Jina Azad a Kobanê û bi beşdariya bi dehan rewşenbîran daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Her kes bi girîngiya berxwedana dîrokî ya bajarê Kobanê li dijî hovîtiya terorîstên DAIŞ`ê dizane. Lê binketina DAIŞ`ê li ser destê hêzên birûmet YPG û YPJ`ê derbeyek bû, heta ne tenê ji bo terora cîhanê, lê belê ji bo xewn û ajandeyên faşîst ên Tirkiyê ya zindîkirina desthilata Osmaniya Nû. Lewma ev bajar sembola serkeftina vîna azad e."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Tevî binketina hewldanên wan jî, dewleta Tirk a dagirker zêdetir Kobanê û herêmên din ên Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran dike.

Li hemberî van kiryaran gerîla li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa nîşan da, her wiha li Kobanê jî DAIŞ bi bin ket, lewma hişmendiya tolhildanê li cem dewleta Tirk a dagirker çêbû."

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Mixabin ev plan tevî bêdengiya hin hêzên kurdî yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tê. Li ser vê yekê em êrişên hikumeta AKP`ê yên li ser Kobanê, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku destekê bidin berxwedana gerîla û QSD`ê. Her wiha em bang li dewletên garantor û rewşenbîr û hêzên nîştimanparêz û demokrat dikin ku li hemberî êrişên Tirkiyê bi erka xwe rabin."

(eh)

ANHA