​​​​​​​Beşdarên konferansa YPJ`ê rola YPJ’ê di pêkanîna destkeftiyên jinan de silav kir

Beşdarên Konferansa YPJ`ê ya 3`yemîn destnîşan kir ku YPJ ji bo destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xilaskirina wan ji qeydan, bi roleke girîng rabûye.

​​​​​​​Beşdarên konferansa YPJ`ê rola YPJ’ê di pêkanîna destkeftiyên jinan de silav kir
30 nîsan, 2022   10:48
HESEKÊ

Konferansa YPJ`ê ya 3`yemîn ku li Hesekê li dar ketiye, bi axaftinên endamên Kongra Star, kesayetên nîştimanî û Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC) didome.

Berdevka Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên axivî û lidarxistina konferansê pîroz kir û berxwedana destanî ya YPJ`ê ya di oxira parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û destkeftiyên ku bi dest xistine, silav kir û got: “Bi saya fedakariyên YPJ`ê cîhanê dengê jinan bihîst û hêza wan nas kir.”

Lîlav Hisên teqezî bi rola xurt a YPJ`ê kir ku bandor li raya cîhanî û nêrîna wê ya ji şoreşa herêmê re kir û şoreşa herêmê ji şoreşên din cudatir kir. Her wiha diyar kir ku YPJ`ê roleke pêşeng di xurtkirina jinan de lîstiye.

Dayika şehîd Jînda Ronahî ku ji fermandar û damezirînerên YPJ`ê bû, Hemdiye Gutî jî axivî û rola mezin a rêber Abdullah Ocalan silav kir ku bi saya wê jinên Kurdistanê gelek destkeftî bi dest xistin, nexasim di aliyê leşkerî de û wiha domand: “Bi fikrên Rêbertî jin îro dikarin xwe biparêzin û ji zîhniyetên berê rizgar bûn ku hewl didin hebûna wê têk bibin.”

Hemdiye Gutî wiha pê de çû: “Jina Kurd, roleke mezin di rizgarkirina bi hezaran jinan ji rêxistinên terorîst de lîst û azadî ji jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk anî. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir mînak û moralek da jinên din da ku rizgar bibin.”

Endama Koordînasyona Hêzên Parastina Civakî-Jin Zeyneb Efrîn jî diyar kir ku YPJ`ê cihê xwe di hemû eniyan de girt û ji bo ku jin roleke çalak di şoreşê de bilîzin fedakariyên mezin dan. Zeyneb hêviya serkeftinê ji konferansê re xwest.

Konferans bi xwendina rapora salê û kar û xebatên YPJ’ê, nîqaşkirina rewşa siyasî û rêxistinî didome.

(şx)

ANHA