Şandeyeke artêşa Iraqê gihaşt Şengalê

Şandeyeke artêşa Iraqê vê sibê gihaşt herêma Şengalê, hate îdiakirin ku ji bo kontrolkirina baregehên leşkerî çûye herêmê.

Şandeyeke artêşa Iraqê gihaşt Şengalê
30 nîsan, 2022   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, serfermandarê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah û cîgirê operasyonên hevbeş Ebdulemîr El-Şemerî li gel alîkarê serfermandarê artêşê yê operasyonan, fermandarê hêzên bejahî, berpirsê îstixbarata leşkerî û gelek fermandarên ewlehiyê, vê sibê gihaştin Şengalê.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Ronewsê re ragihand ku serdan ji bo kontrolkirina baregehên leşkerî, rewşa ewlehiyê û kar û xebata îstixbarata pêk hatiye.

Hikumeta Mistefa Kazimî bi hevbeşiya PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker hewl didin peymana 9`ê Cotmehê ya bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser a Demorkatîk a Şengalê, pêk bînin.

 (eh)