​​​​​​​PYD`ê têkoşîna karkeran û gelan silav kir

PYD`ê bi boneya 1`ê Gulanê daxuyaniyek da û tê de têkoşîna karkeran û gelan a ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa silav kir.

​​​​​​​PYD`ê têkoşîna karkeran û gelan silav kir
30 nîsan, 2022   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek da û tê de wiha got:

“Li gel ku gelên herêmê bi taybet gelê Kurd di şert û mercên siyasî yên hesas re derbas dibe, em Cejna Karkeran pîroz dikin. Gelê me bi vîneke xurt û ji pola şerê hebûnê dike. Gelê me bi rêya projeyên xwe yên demokratîk ji cîhanê re îsbat dike ku aştîxwaz û azadîxwaz e. Ev proje bi ser ketin û îsbat kir ku çareseriya herî guncaw a bidawîkirina zilmê ye. Lê dewletên ku li ser çewisandin, kolekirin û qirkirina gelan ava bûne, hîna bîrdoziya xwe didomînim. Şerê dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dorpêç û qutkirina avê, talankirina berhemên wê û berovajîkirina dîroka gelên resen, delîla rewabûna têkoşîna me ya li hember zordestan e. Li ser vê bingeha xurt baweriya me bi têkoşîna gelan zêdetir dibe.  

1`ê Gulanê xelekek ji xelekên serkeftina başiyê li hember xirabiyê, heqiyê li hember zilmê û xelasiya ji koletiyê ye. Bi vê boneyê, em gelê xwe û karkeran pîroz dikin. Em berxwedana karkeran û gelan a ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa silav dikin. Em hêvî dikin ku hemû di nav ewlehî û jiyaneke birûmet de bin û ev sal bibe dawiya nakokiyên cîhanê ku karker, kedkar û gel berdêla wan didin.”

(şx)

ANHA