Malbatên girtiyan banga rawestandina sûcên li dijî ewladên xwe kirin

Malbatên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de sûcên li dijî zarokên xwe şermezar kirin û banga li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku têkildarî van sûcan dest bi lêpirsînê bikin û dewleta dagirker radestî Dadgeha Navneteweyî bikin.

Malbatên girtiyan banga rawestandina sûcên li dijî ewladên xwe kirin
30 nîsan, 2022   10:46
ŞEHBA

Bi dehan malbatên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ya li gundê Til Qirah a kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ewladên wan ên di girtîgehan de, şermezar bikin. 

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Zekiye Yûsif û endama Komîteya Perwerdeya Civata Demokratîk a Herêma Efrînê Têkoşîn Bîlal, daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî xwendin.

Malbatên girtiyan li bajarê Helebê jî daxuyaniyek da. Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Helebê Remziye Îbrahîm Salih ku dayika şehîd Alan e daxuyanî xwend. Bi dehan malbatên girtiyan û şehîdan li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniya hevbeş de ev hate gotin: "Netewe ber bi avakirina demokrasiyê ve diçin û ji bo parastina mafên mirovan tê dikoşin. Lê sîstemên ku terorîstan xwedî dikin ber bi hovîtiyê ve diçin da ku mirovan qetil bikin. Ji destpêka şoreşa azadiyê ya Kurdistanê ve sîstemên serdest, di serî de rejîma Tirkiyê û çeteyên wê dixwazin berxwedana gelê me têk bibin. Her wiha xwest bi deh hezaran ewladên me yên têkoşer ên siyasî û hiqûqî û rojnamevan, parlamanter û sivîlan di girtîgehên xwe û yên çeteyên xwe de yên li Sûriyê, xwe radest bikin. Li dijî wan girtiyan hemû cureyên sûcan û binpêkirinan tên kirin, di encamê de nexweşiyên giran di nav girtiyan de belav dibin û dibe sedem ku bi dehan ji wan di rewşên ne diyar de şehîd bibin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: "Em dayikên girtiyan, bêdengiya navneteweyî wekî piştgirîdayîna van sîsteman û vê hişmendiya ku aştiyê li herêmê asteng dike, dibînin.”

Di dewma daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji herêmên Efrîn û Şehba qada Berxwedana Serdemê, malbatên girtiyan ên ji hemû pêkhateyan sûcên van hêzan û hevalbendên wan li dijî girtiyan, şermezar dikin.

Malbatên girtiyan bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kirin ku zextê li van sîsteman bikin û hevalbendên wan bikin, da ku van sûcên derexlaqî rawestînin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana girtiyan bi dawî bû.

(eh)

ANHA