Partiyekî Katalonya bang li hikumeta Spanyayê kir: Çekan hew bifiroşe Tirkiye

Partiya Çep a Komarparêz a Katalnoya bi daxuyaniyekê êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li hikumeta Spanyayê kir ku çekan hew bifiroşe Tirkiye.

Partiyekî Katalonya bang li hikumeta Spanyayê kir: Çekan hew bifiroşe Tirkiye
30 nîsan, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiye bi vê êrîşê xwestiye qadên xwe berfireh bike û cihên nû yên leşkerî ava bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrîşên Tirkiyeyê de li Sûriyeyê bi hezaran sivîl mirin û birîndar bûne. Hate gotin ku li herêmê sûcên şer tên kirin.

Partiya Çep di daxuyaniya xwe de anî ziman ku divê demildest dawî li êrîşên dagirkeriyê bê anîn, bang li welatên YE’yê hate kirin ku bikevin tevgerê û Hikûmeta Spanyayê hew çekan bifiroşe Tirkiye.