Konferansa 3`yemîn a YPJ`ê li Hesekê dest pê kir

Konferansa 3`yemîn a Yekîneyên Parastina Jin li Hesekê bi dirûşma “Hêza garantor a azadiya jinan, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê” dest pê kir. Tê payîn ku konferans du rojan bidome.

Konferansa 3`yemîn a YPJ`ê li Hesekê dest pê kir
30 nîsan, 2022   07:56
HESEKÊ

400 delege, fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di nav de her du endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed û Sozdar Dêrik, nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) û nûnerên hêzên Koalîsyona Navneteweyî, beşdarî konferansê bûne.

Konferans li hola çandê ya YPJ`ê tê lidraxistin. Di konferansê de endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed ج endama Komîteya Amadekar Tolîn Hesan axivîn.

Li gorî bernameya konferansê, dê bi navê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongra Star axaftin werin kirin. her wiha dê rapora kar û xebatên YPJ`ê di salekê de were xwendin, rewşa siyasî, rêxistinî dê werin nirxandin, her wih dê rêziknameya YPJ`ê bê guhertin û konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Avakirina YPJ`ê 4`ê Nîsana 2013`an di Konferansa Damezrîner de hate ragihandin. Piştre sala 2020`an konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Konferans bi axaftina Newroz Ehmed didome.

(şx)

ANHA