Rêveberiya Xweser: Karker û kedkar nirxên civaka demokratîk temsîl dikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 1`ê Gulanê daxuyanî da û tê de ev roj li karker û kedkaran pîroz kir û got: “Karker û kedkar stûnên sereke û girîng ên civakê ne. ew nirxên civaka demokratîk temsîl dikin.”

Rêveberiya Xweser: Karker û kedkar nirxên civaka demokratîk temsîl dikin
30 nîsan, 2022   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 1`ê Gulanê daxuyanî da.

 Daxuyanî wiha ye:

 “1`ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê ye, ev roj rol û girîngiya karker û kedkaran di civakê de nîşan dide. Kedkar stûnên sereke û girîng yên civakê ne û bi rêya ked û têkoşîna xwe di pêşxistina gelek qadan de ji bo civaka xwe roleke girîng dilîzin. Ew nirxên civaka demokratîk temsîl dikin.

Çînîtî û cudakariya civakî her tim li Sûriyê serwer bûne. Kedkar li hemberî ked û westîna xwe, tiştê ku heq dikin bi dest nedixistin. Kedxwarî ji sedem û faktorên herî girîng e ku dihêle çîna kedkar dakeve qadan û banga mafên xwe bike. Niha di nav vê rewşa bi girêk de û li gel tunebûna çareseriyan li Sûriyê, mafê kedkaran ku roleke hêjayî wan di pêşeroja Sûriyê de, tiştekî bingehîn û girîng e.

Em îsal 1`ê Gulanê li gel geşedanên mezin û lez de pêşwazî dikin. Em ji ber rewşa çîna kedkaran û hemû çînên civakê, bi êş in. Lê em vê cejna dîrokî bi bîr tînin û li hemû kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sernaserê Sûriyê pîroz dikin.

Hêvîdar in ku cejna bê, xêr, aştî û selametî pêk were û em bigihêjin Sûriyeke nû ya demokratîk û nenavendî, ku tê de hemû derfet li gorî pîvanên edalet û wekheviyê bin, rola kedkar û karkeran misoger bibe û keda wan a di pêşxistina civakê de bê pîrozkirin.”