Rojnameyên erebî: Rûsya ji derbeyên Îsraîlê li Sûriyê ne rihet e

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî helwesta Moskovê li hember derbeyên Îsraîlê li dijî Sûriyê, kar û barên Iraq û Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Rûsya ji derbeyên Îsraîlê li Sûriyê ne rihet e
30 nîsan, 2022   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

'LAVROV BI MIQDAD RE KIRYARÊN TIL EVÎVÊ NÎQAŞ KIR'

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa Sûriyê de wiha nivisî: “Ji zimanê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Sûriyêp Feysel El-Miqdad re, diyar e ku nerazîbûnek li hember tevgerên Îsraîlê heye. Beriya wê jî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek dabû, ew yek ji Îsraîlê re nîşaneyek girîng bû ku Rûsya ji helwestên wê yên dawîn têkildarî şerê li Ukraynayê, ne rihet e.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Lavrov bi Miqdad re encamên aloziya Ukrayna û êrişên Îsraîlê yên nû li ser Sûriyê nîqaş kirine. Her wiha mijarên girîng ên navneteweyî, aloziya komî ya rojavayî ya li Ukrayna û bandorên wê li ser asta cîhanê gotubêj kirine.

Aliyên Rûsyayê di çend hefteyên borî de gelek caran hişyarî da ku ew ji daxuyaniyên Til Evîvê ku Rûsya bi pêkanîna sûcên şer tawanbar dike û piştgiriya xwe ya bi Ukraynayê re nîşan da, ne razî ye.”

KOMÛNÎSTÊN IRAQÊ HEWL DIDIN XWE LI SER LINGAN BIHÊLIN

Girêdayî rewşa Iraqê jî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Partiya Komûnîst a Iraqê di dîroka Iraqê de roleke girîng lîst, lê belê ev rol bi demê re kêm bû. Niha komûnîst hewl didin serfiraziyên berê vegerînin, ji bo wê banga parastina mafên jinan û laîkbûnê dikin. Bi vê yekê hewl didin xwe li ser lingan bihêlin nexasim ku tu namzetên wan di parlamentoyê de nîn in.

Partiyê li ser beravên Firatê li gel tevlêbûneke kêm salvegera damezirandina xwe ya 88`an pîroz kir.

Analîzvana siyasî Marsîn El-Şemrî diyar kir ku xîtaba “Cudakirina mizgeftê ji dewletê”, hîna fikreyek zaîf e, bi taybet li welatekî ku du hêzên şîe siyasetê bi rêve dibin.”

LI LUBNANÊ PÊŞBIRKA PARLAMANTERAN U HIKUMETÊ BI DEMÊ RE

Rojnameya El-Beyan têkildarî rewşa li Lubnanê wiha nivisî: “Piştî netemambûna hejmara pêwîst ji bo lidarxistina civîna parlamentoyê, betlaneya heftê, Cejna Karkeran û Cejna Remezanê, lidarxistina civîneke din heta pêncşema bê hat derengxistin. Hefteya bê ya herî dawîn e beriya destpêkirina hilbijartinan ku dê 15`ê Gulanê werin lidarxistin.

Lê pirsa xwe dide pêş ev e, eger avakirina hikumetê dereng ma, dê çawa hikumeta demkî wan dosyayên ku heta piştî 15`ê Gulanê hatine taloqkirin, çareser bike? Eger hikumeteke temam nikarîn wan dosyayan çareser bike, dê hikumeteke demkî çawa karibe wan çareser bike?

 (şx)