Hevbendiya Fetih: Bêdengiya hikumeta Federal li ser êrişên Tirkiyê nîşaneya lihevkirinê ye

Parlamanterê ji Hevbendiya Fetih Mihemed El-Beldawî îro destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Federal li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, nîşaneya hebûna lihevkirineke veşartî di navbera her du aliyan de ye.

Hevbendiya Fetih: Bêdengiya hikumeta Federal li ser êrişên Tirkiyê nîşaneya lihevkirinê ye
30 nîsan, 2022   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamanterê ji Hevbendiya Fetih Mihemed El-Beldawî got: “Artêşa Tirk dest bi belavbûnê kiriye. Rojane bi hiceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêvajoyeke nû ya operasyonên li bakurê Iraqê radigihîne.”

El-Beldawî ji ajansa “Melûme” ya Iraqê re wiha axivî: “Bêdengiya hikumeta Federal nîşan dide ku di navbera her du aliyan de lihevkirineke veşartî heye û têkildarî serweriya Iraqê ye.”

El-Beldawî destnîşan kir ku beşdarkirina Iraqê di şerê navneteweyî de, li şûna çareser bike, pirsgirêkan zêde dike û rewşa siyasî û ewlehî aloztir dike.

Bertekên aliyên siyasî yên Iraqê li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ku ji 17`ê Nîsanê ve dest pê kirine, zêde dibin. Tenê hikumeta Federal a bi serkêşiya Mistefa El-Kazimî û hikumeta Başûrê Kurdistanê bi serkêşiya PDK`ê bêdeng e.

 (şx)