Malbatên girtiyên siyasî: Em ê ji bo wan tê bikoşin

Malbatên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê piştgiriya xwe ji berxwedana girtiyan re anîn ziman û gotin: "Em ê her tim piştgiriya we bikin û berxwedana xwe ji bo we bidomînin."

Malbatên girtiyên siyasî: Em ê ji bo wan tê bikoşin
30 nîsan, 2022   06:13
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a faşîst ne tenê li derve, li girtîgehan jî şerê hemû kurdên ku mafên xwe dixwazin, dike. Di çend mehên dawîn de zêdetirî 10 girtiyên siyasî ji ber êşkenceya sîstematîk şehîd bûn.

Mistefa Seydo di sala 1995'an de li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê bi tawana çalakiyên siyasî hat girtin, piştî ku ji bo çend girtîgehan hatibû veguhestin, niha di girtîgeha Tokat de ye.

BINPÊKIRIRNÊN NE EXLAQÎ

Dayika Mistefa Seydo, Dîlber Mela Nesan bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li dijî kurê wê û got: "Pênûs û pirtûkên kurê min jê standin û para wî ya xwarinê bi temamî nadin wî. Herî dawî jî nahêlin bi me re biaxive, em dikarin hefteyê carekê, deh deqeyan tenê pê re biaxivin."

Dîlber Mela Nesan bang li aliyên pêwendîdar kir ku kiryarên dewleta Tirk ên li ser girtiyan rawestînin.

Dîlber Mela Nesan îşaret pê kir ku tevî ku agahiya rêxistinên mafên mirovan li ser êşkence û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan heye, lê tu helwestê nîşan nadin û wiha pirsî: "Çima hemû cîhan van binpêkirinan paşguh dike?''

Dayika Mistefa Seydo destnîşan kir ku di çarçoveya tedbîrên keyfî yên rêveberiya girtîgehên dewleta Tirk de, gelek caran girtiyan sewqî gelek girtîgehan dike û wiha pê de çû: "Kurê min sewqî gelek girtîgehan kirin da ku wî ji hevalên wî dûr bixin û êşkenceyê lê dikin."

'EM Ê JI BO WAN LI BER XWE BIDIN'

Dîlber Mela Nesan wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em ê li ser rêya girtiyan bimeşin, ew di girtîgeha de têdikoşin û em ê li vir ji bo wan li ber xwe bidin. Em ê heta azadkirina wan û serketinê piştgiriya wan bikin. Girtiyên me tu carî teslîm nabin û dê li hemberî hovîtiya dewleta Tirk li ber xwe bidin."

Girtiyê siyasî yê bi navê Kamîran Bekir Reşîd di sala 1993'an de li Semsûrê hat girtin û niha li girtîgeha Bolû ya di navbera Stenbol û Enqereyê de ye.

Dayika Kemîran, Fatima Dîko bal kişand ser qonax û girtîgehên ku kurê wê di dema girtina xwe de derbas kiriye û got: "Kemîran li Semsûrê hat girtin û cezayê girtîgehê lê birîn, piştre wî birin girtîgeha Boluyê."

'EW NEXWEŞ E, LÊ WÎ DERMAN NAKIN '

Fatima Dîko bal kişand ser nexweşiyên ku bi Kemîran re hene û got: "Dema ku di girtîgeha Sîncanê de bû nedikarî razê û ji ber mercên nebaş û giran nexweşiyên nû pê re çêbû. Dema doktor rewşa wî dinêrin, dibêjin ew ne nexweş e."

Fatima Dîko sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan şermezar kir û got, divê kesek destwerdanê bike û pêşî li binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê bigire.

Fatima Dîko destnîşan kir ku li girtîgehê êşkence li kurê wê kirin û got: "Li kurê min êşkence tê kirin. Ez ji dengê wî fêm dikim ku êşkence lê tê kirin, lê ji min re nabêje ji bo ez neêşim."

'CIVATA NAVNETEWEYÎ DESTEKÊ DIDE ZALIMAN Û PIŞTGIRIYA MEZLÛMAN NAKE'

Fatima Dîko bang li civata navneteweyî kir ku dawî sûcên dewleta Tirk bîne û got: "Kurd daxwaza mafên xwe dikin û destdirêjî li tu kesî nekirin, tenê dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn bêyî ku kes rê li ber wan bigire ku bi zimanê xwe biaxivin û bijîn, lê civata navneteweyî destekê dide zalim û destekê nade mezlûman."

Fatima Dîko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji ber ku daxwaza mafên xwe kirin, her cure binpêkirin û kiryarên keyfî li dijî wan tên meşandin. Kurd jî ji bo parastina mafên xwe yên hatine binpêkirin, ber xwe dan çiyayan."

Fatima Dîko di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana girtiyan nîşan da û got: "Heta nefesa dawî em ê piştgiriyê bidin girtiyan û gav paş de navêjin."

(dx)

ANHA