Newroz Ehmed banga mayîndekirina çanda şerê gel ê şoreşgerî kir

Endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed teqezî li ser mayîndekirina çanda şerê gel ê şoreşgerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir û got: "Ev yek bi rêxistinbûn û avakirina rêxistineke leşkerî ya giştî ya jinan misoger dibe."

Newroz Ehmed banga mayîndekirina çanda şerê gel ê şoreşgerî kir
30 nîsan, 2022   10:04
HESEKÊ

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed di konferansa 3`yemîn a Yekîneyên Parastina Jin "YPJ" a li bajarê Hesekê de axivî.

Newroz Ehmed di destpêka axaftina xwe de îşaret bi fedekariyên mezin ên YPJ`ê dane kir ku bi saya wan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî dijî. Newroz Ehmed bi vê boneyê hemû şervanên YPJ`ê yên ku cane xwe feda kirine, bi bîr anîn.

Newroz Ehmed anî ziman ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û YPJ`ê li cîhanê bûne nimûne û ji civakan û cîhanê re isbat kir ku jin dikare şoreşan bi rê ve bibe û bi erka xwe ya parastina şoreşa xwe rabe. Newroz Ehmed got, wan jinan wateyek nû ya berxwedanê û fedayîbûnê da cîhanê.

Newroz Ehmed her wiha diyar kir ku destkeftiyên di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin bi destxistin, bi saya îrade û israra xurt a li dijî hişmendiya baviksalar a serdest û li dijî sîstemên zordest ên vê îradeyê red dikin, hatin bidestxistin û wiha domand: “Ev sîstem hîna jî hewl dide jinan û destkeftiyên wan tune bikin. Divê li ser bingeha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebat were kirin, da ku rêxistinbûna jinan pêş bikeve û hîn zêdetir jin destkeftiyan qezenc bikin.”

Newroz Ehmed di dewama axaftina xwe de got: "Divê asta têgihîştin bilind bibe û gavên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avêtin, bên pêşxistin da ku li tevahiya Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bibe. Ev jî bi rêya rêxistinkirin û yekkirina kar û xebata jinan, xurtkirina hêzên leşkerî yên jinan û tevlêbûna nav refên YPJ`ê misoger dibe. Li aliyekî din divê têgeha xweparastinê xurttir bibe û civak li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî tevbigere, da ku parastina xwe xurt bike û destpêkê destkeftiyên jinan bi dest xistine û yên gelên herêmê, biparêze.”

Newroz Ehmed anî ziman ku li ser vê yekê divê YPJ`ê perwerdeyên fikrî û leşkerî zêdetir bike, da ku hêzên leşkerî li gorî geşedanên leşkerî amade bin û got: “Lewma di vê konferansê de erka me ye ku em kar û xebat salên borî binirxînin, şaştiyan derbas bikin û ji tecrubeyan sûd bigirin, da ku em li gorî pêvajoya heyî ya li cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.”

Newroz Ehmed ji bo rizgarkirina herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin banga bilindkirina têkoşînê kir û got: “Ji erk û berpirsiyariyên me yên sereke, rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye.”

Konferans dewam dike û tê payîn ku li ser navê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongra Star jî axaftin werin kirin. Her wiha rapora salane ya YPJ`ê were xwendin û rewşa siyasî û rêxistinî were nirxandin. Her wiha tê payîn ku rêziknameya YPJ`ê bê guhertin û encamnameyek were derxistin.

 (eh)

ANHA