Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pişta Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî piştgiriya xwe bi şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da û got, îradeya şêniyên wê ambargoyê têk bibe. 

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pişta Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne
30 nîsan, 2022   06:26
HESEKÊ

Ji 13`ê Adarê derbasbûyî ve Firqeya 4`an ve hikumeta Şamê ambargo li ser zêdetirî 200 hezar şêniyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye.

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hemberî siyasetên hikumeta Şamê zêde dibin.

DIRBÊSIYÊ

Welatiyê bi navê Îsmet Hiznî anî ziman ku armanca hikumeta Şamê ji ambargoyê koçberkirina şêniyên her du taxan, di serî de Kurd e û got: "Lê şêniyan bi israr û berxwedana xwe hemû planên berê têk birin û dê careke din van planan jî vala derxin. Ji ber ku gel li dijî siyasetên dewletên desthilat rêya berxwedanê hilbijartiye. Li ser vê divê piştgiriya şêniyên her du taxan were kirin. "

Welatiya bi navê Rojîn Emîn jî kiryarên hikumeta Şamê û ambargoya li ser her du taxan şermezar kirin û got: "Nabe mirov ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi qedera gelan bilîze, her wiha nabe mirov rewşên mirovî bi kar bîne û bixe xizmeta siyaseta aliyan."

Rojîn Emîn got, hikumeta Şamê bi vê ambargoyê pîvanên mirovahiyê bin pê dike.

Welatiyê bi navê Ebdurehman Hemîd diyar kir ku tevî zor û zehmetiyan û kêmbûna derfetan, şênî berxwedaneke lehengane nîşan didin û vîna pêkhateyan dê vê ambargoyê bişkîne.

ŞEDADÊ

Welatiyê bi navê Ebdulqadir Şaban ê ji navçeya Şedadê destnîşan kir ku rêbazê ferzkirina ambargoyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê bi taybet dikeve çarçoveya şerê taybet.

Şaban îşaret pê kir ku armanca ambargoyê ew e ku gelê herêmê tawîzan bidin, fitne derkeve û projeya neteweya demokratîk têk biçe.

Ebdulqadir Şaban diyar kir ku di aliyê olî, exlaqî û mirovî, her wiha qanûnên navneteweyî  de ambargo nayê qebûlkirin û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûmeta xwe diparêz, şoreşa gel rasteqîn e ku em îro berhemên wê qezenc dikin. Eger ev siyaseta hovane li dijî dewam bike em ê bêdeng nemînin."

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêdetirî 200 hezar welatî dijîn, hem pêkhateyên taxan in û hem jî yên ji herêmên Sûriyê ne ku piştî her du taxên navborî bi saya YPJ`ê û YPG`ê ji çeteyên artêşa Tirk rizgar bû berê xwe dan taxan.

Mahir Ebas ê bajarokê Mergeda ya kantona Hesekê anî ziman ku armanca hikumeta ji ferzkirina ambargoya li ser her du taxan birçîkirina gel li ser hesabên pêkanîna berjewendiyên siyasî ye.

Mahir Ebas diyar kir ku armanca din a ambargoyê şikandina vîna gelan e û got: "Em şêniyên xwe ji birçîkirin û ambargoyê re nahêlin.  Li hember zextên li ser xwişk û birayên xwe yên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê em bêdeng namînin. Siyasetên birçîkirin û ambargoyê karekî ne mirovî ye, li ku derê dibe bila bibe em van siyasetan qebûl nakin."

(eh)

ANHA