​​​​​​​Helbestvan Mihemed Cemîl Omer: Neteweya demokratîk rêya xelasiyê ye

Helbestvan Mihemed Cemîl Omer diyar kir ku pêkanîna projeya neteweya demokratîk yekane rêya xelasiya ji bandora şeran û bidawîkirina encamên kareseta dagirkeriya Osmanî ye.

​​​​​​​Helbestvan Mihemed Cemîl Omer: Neteweya demokratîk rêya xelasiyê ye
30 nîsan, 2022   01:42
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer heye û hewldanên derxistina fitneyên di navbera pêkhateyan de dewam dike, divê mirov girîngiya hevgirtina pêkhateyan baş bizane, her wiha rêgeza biratiya gelan pêk bîne da ku jiyaneke tendurist mîsoger bibe.

Di vê derbarê de helbestvan û endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîr Mihemed Cemîl Omer diyar kir ku li dijî nîjadperestiya dewletên mêtinger û hişmendiya desthilatê ku projeya neteweya demokratîk red dike û hewldana parçekirina gelan dike, biratiya gelan yekane çareserî ye.

Omer destnîşan kir ku gelê Rojhilata Navîn zehmetiya şerên hundirîn û derve dikişîne, ev jî encamên dagirkeriya Osmanî ye ku derdora 5 sedsalan dewam kir. Di heman demê de şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn jî bandoreke neyînî li pey xwe hişt û gelê herêmê bi rageşî û cengên cuda re rû bi rû hişt.

Mihemed Cemîl Omer bal kişand ser komployên li dijî pêkhateyên Rojhilata Navîn û wiha dewam kir: "Bi sedema komployên li dijî Rojhilata Navîn ên ji aliyê dewletên desthilat ve, di serî de dewleta Tirk, welatî nema dikarin li welatê xwe jî rehet bin.”

`BIRATIYA GELAN JI BO DEWLETA TIRK ASTENGIYEK E`

Omer diyar kir ku guncawtirîn çareseriya hilweşandina xwestekên dewleta Tirk a dagirker a zindîkirina dewleta Osmanî, parastina rêgeza biratiya gelan e û ev lê zêde kir: "Biratiya gelan li pêşberî berjewendiyên dewletên mîtînger ên wekî Tirkiyê, astengiyeke mezin çêdike."

Omer wiha axaftina xwe dewam kir: "Bi rêya pêkanîna rêgeza biratiya gelan em dikarin hemû planên li dijî me ku armanc dike me parçe bike, têk bibin. Mînaka herî berçav jî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne ku bi saya hevgirtina pêkhateyan ji şerê heyî rizgar bûn."

Di encama komkujiya komî ya împeratoriya Osmanî li dijî gelê Ermen 1915`an heta 1916`an pêk anî, 1,2 milyon kes jiyana xwe ji dest da.

Der barê vê yekê de Omer anî ziman ku toraniya Osmanî hewl dide pêkhateyên Ereb, Kurd, Kildan, Ermen û Asûr qir bike.

Omer diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku pêkhateyan ji hev parçe bike û îşaret bi girîngiya berdewamkirina rêgeza biratiya gelan û hevgirtina pêkhateyan kir da ku rê li pêşiya planên mêtingeran bigirin.

(eh)

ANHA