ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2022
29 nîsan, 2022   23:00

-Bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê, Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyekê li Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandariya YPJ'ê civîneke berfireh li ser asta yekîneyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 1'ê Gulanê, TEv-DEM'ê şahiyekê li qada Sîtî Bas a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîd û gerîlayan ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li dijî êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyekê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî piştgiriya xwe bi şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da û got, îradeya şêniyên wê ambargoyê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Helbestvan Mihemed Cemîl Omer diyar kir ku pêkanîna projeya neteweya demokratîk yekane rêya xelasiya ji bandora şeran û bidawîkirina encamên kareseta dagirkeriya Osmanî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê di pêvajoya xwe ya herî xirab de ye. Di demên dawîn ên desthilata xwe ya demdirêj de ye. Serokên partîyên opozîsyonê hinekî tûjtir diaxivin. Tengezariya li dijî rejîma yekzilamî (her çend ne di asta tê xwestin de be jî) zêde dibe, bertek zêde û dijwartir dibin. Girse bêdengiya xwe dişikînin û ji bo desthilatê dibin metirsî.

KURDISTAN

- Malbatên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê piştgiriya xwe ji berxwedana girtiyan re anîn ziman û gotin: "Em ê her tim piştgiriya we bikin û berxwedana xwe ji bo we bidomînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên ji bajarê Hesekê diyar kir ku ger civata wan qir bibe dê ji hemû pêkhateyên Kurdistanê û Rojhilatê Navîn re jî xetere be, li ser vê banga sekna li dijî êrişên qirkirinê kir ku bi hevkariya PDK`ê pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê, dan xuyakirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriya gerîla bikin û got “Çawa dagirker beriya niha têk çû, ew ê bi berxwedana gerîlayên me, li çiyayên azad welatê me bê parastin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Ferda Çetîn diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi erêkirin û piştgiriya NY, DYA, NATO û YE’yê pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rojnamevaneke ji Başûrê Kurdistanê diyar kir ku rewşa siyasî û aborî û tunebûna qanûnên parastinê mafên jinan, sedemên sereke yên zêdebûna tundiya li ser jinan û xwekuştina wan e. Rêvebereke Rêxistina Sara got, ev zêdebûna kuştina jinan di xizmeta berjewendiya desthilatdariya baviksalarî de ye. (BI WÊNE).

ANHA