Êzidiyên ji Hesekê: Xetereya li ser êzidiyan gefan li çanda Rojhilata Navîn dixwe

Êzidiyên ji bajarê Hesekê diyar kir ku ger civata wan qir bibe dê ji hemû pêkhateyên Kurdistanê û Rojhilatê Navîn re jî xetere be, li ser vê banga sekna li dijî êrişên qirkirinê kir ku bi hevkariya PDK`ê pêk tên.

Êzidiyên ji Hesekê: Xetereya li ser êzidiyan gefan li çanda Rojhilata Navîn dixwe
30 nîsan, 2022   03:26
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Civata êzidî rastî 74 fermanan hatiye û bi wê armanc dikirin nasname û çanda wan a kevnar tune bikin. Êzidî li Rojhilata Navîn civateke kevnar in û tevî ku bi êrişên artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê re rû bi rû man jî, lê parastina beşeke mezin ji çanda civakî ya herêmê kirine.

/kr/uploads/files/2022/04/29/174156_-large.webp

Siyasetmedar û endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya Şaxê Hesekê Mehmûd Mamê anî ziman ku li Rojhilata Navîn dîroka civata êzidî kevnar e û ji qirkinan bê par nemane. Ev jî bi armanca têkbirina çand û hebûna êzidiyan bûn.

Mamê da zanîn ku herî zêde civata êzidî ji aliyê Osmaniyan ve rastî êrişan hat, niha jî dewleta Tirk hewl dide bi hevkariya PDK`ê gelê Kurd qir bike.

Hikumeta Kazimî bi hevkariya PDK`ê ji Adara derbasbûyî ve di navbera Rojava û Şengalê de dîwarê parçekirinê lê dike. Li gorî çavdêran jî ev yek bi armanca pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk a dagirker pêk tê.

Ev yek di demekê de pêk tê ku artêşa Iraqê li Şengalê xwe xurt dike.

Mehmûd Miê hemwextî êrişên li ser herêmên Kurdistanê, di serî de civata êzidî bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî qirkirina êzidiyan bisekine û li Rojhilata Navîn komîteyeke parastina mafên êzidiyan ava bikin. Miê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Civata êzidî rastî qirkirin û komkujiyan hat û dê hemû pêkhateyên Kurdistanê jî qir bike. Armanc ji lêkirina dîwar û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di vê çarçoveyê de pêk tên."

/kr/uploads/files/2022/04/29/174138_-large.webp

Endama Mala Êzidiyan Nalîn Reşo jî komkujî û fermanên êzidî pê re rû bi rû man, bi bîr xistin û got: "2014`an piştî PDK`ê û artêşa Iraqê dev ji Şengalê berda, civata êzidî ji aliyê DAIŞ`ê ve rastî komkujiyê hat."

Nalîn Reşo destnîşan kir ku îro jî PDK bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker û pêkanîna siyaseta dagirkirinê, her wiha qirkirina gelê Kurdistanê bi giştî û civata êzidî bi taybet, xeta îxanetê dewam dike. Nalîn Reşo banga parastina civata êzidî û çanda wan kir.

(eh)

ANHA