Balafirên Rûsyayê bi 30 êrişên hawayî baregehên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê kirin hedef

Balafirên şer ên Rûsyayê di çend saetên derbasbûyî de derdora 30 êrişên hawayî bir ser baregehên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê.

Balafirên Rûsyayê bi 30 êrişên hawayî baregehên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê kirin hedef
29 nîsan, 2022   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê careke din baregehên DAIŞ`ê yên li çolistanê bombebaran kirin. Di çend saetên derbasbûyî de 30 êrişên hawayî birin ser sêgoşeya Heleb, Hema, Reqa û çolistana Madin û Resafê ya Reqayê, her wiha çolistana rojhilatê Himisê.

Ji destpêka meha Nîsanê 2022`yan ve hejmara êrişên hewayî yên Rûsyayê bû 350 êriş, bi rêya wan êrişan herêmên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistanê kirin hedef.

(eh)