Hikmet Hebîb: Bendên nû yên peymanê girîngî daye aboriya civakî

Hikmet Hebîb duh tev li bernameya taybet a têkildarî bendên nû yên peymana civakî bû û tê de destnîşan kir ku bendên nû yên peymanê girîngî daye aboriya civakî û diyar kir ku civînên komîteyên bi beşên civakê re li dar dixe, dişibin referandomê.

Hikmet Hebîb: Bendên nû yên peymanê girîngî daye aboriya civakî
29 nîsan, 2022   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê û endamê Komîteya Teng a Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hikmeta Hebîb duh tev li bernameyeke taybet a ajansa me bû û behsa bendên nû yên peymana civakî kir.

`KOMÎTE JI HEMÛ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ PÊK TÊ`

Hikumet Hebîb ev agahî der barê endamên komîteyê parve kir û got: “Komîte ji 158 endaman ji hemû pêkhateyên herêmê, civaka sivîl, rêxistinên siyasî pêk tê ku bi rêya Meclisa Giştî hat diyarkirin. Piştre 30 endam hatin hilbijartin û Komîteya Teng hat avakirin. Ev komîte reşnivîsa peymanê amade dike û ji Komîteya Fireh re pêşkêş dike. Komîte jî ji hemû pêkhate, kêmnetewe, civaka sivîl, partî, hêzên civakî, kesayetên serbixwe û yên ji êlan pêk tê. Ev çend meh in civînan li dar dixe da ku reşnivîsê amade bike.”

`NAKOKÎ Û PIRSGIRÊK`

Der barê kêmasî û pirsgirêkan de ku di pêvajoya berê de derketine Hebîb got : “Destpêkê dema Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê hat avakirin, destûreke taybet a Cizîrê hat amadekirin. Piştre Federaliya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin, pê re komîn û kanton hatin avakirin. Sala 2018`an de bi rizgarkirina Reqa û Dêrazorê ev xebat bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tacîdar bû. Ji ber wê hevpeymanê civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat nivîsandin.”

Hebîb diyar kir ku bi vê xebatê re û sazkirina 3 destûran re, kêmasî di kar û xebatên Rêveberiya Xweser de çêbû. Lewma diviyabû hevpeymanek ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihata avakirin.

Hebîb wiha domand: “Bingeha peymana heyî, her sê destûrên berê ye. Ev peyman giştî ye ji ber ku qanûn û perspektîfên hemû herêmên din; Cizîr, Firat, Dêrazor û Reqa di nav xwe de dihewîne.”

`SAZÛMANIYA NÛ YA JI BO BIDAWÎKIRINA BÎROKRATIYÊ`

Der barê sûda peymana civakî ya nû ji bo bidawîkirina bîrokratiyê de Hebîb got: “Projeya demokratîk a li herêmê di gelek pêvajoya û zehmetiyan re derbas bû, mîna şer û gefên dewleta Tirk a dagirker. Ji ber wê pêşxistina peymanê dereng ma.”

Hebîb wiha pê de çû: “Bi rêya vê peymanê em dixwazin bîrokratiyê bi dawî bikin, peymaneke civakî layîqî fedakariyên wan amade bikin. Berê komîn, şaredarî, navçe, kanton, herêm piştre herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sazûmaniya berê wiha bû, lê niha sazûmaniya nû rê kurt kir û bû; komîn, şaredarî, meclisa bajêr, kanton û herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê, yanî bi giştî me 3 gav kurt kir, dema ku welatî bixwazin serlêdana saziyan bikin.

`SÛRIYE YA HEMÛ SÛRIYAN E`

Hikmet Hebîb bi rêya bernameyê îşaret bi pirrengiya çandî, kêmneteweyî û olî ya peymanê kir û got: “Hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di vê peymanê de cih digirin. Dema em di vê peymanê de dibêjin Komara Demorkatîk a Sûriyê, ev tê wateya ku Sûriye ya hemû sûriyan e. Dema jin, ciwan bi awayekî rastteqîn tev li peymanê bibin, dema meclisên taybet ên perwerde û yên qadên din hebin, dê aramî pêk were. Bi aramiyê re aştî û projeya demokratîk dê pêk bê.”

`ARMANC ABORIYEKE CIVAKÎ PÊK WERE`

Têkildarî aliyên aborî, civakî û sazî yên peymanê Hebîb ev yek diyar kir: Em dixwazin aboriyeke civakî li herêmê pêk were. Divê veberhênan taybet bên lidarxistin, bi şerta ku ne li dijî aboriya civakî bin. Divê keysbazî tune be ku bandor li welatiyan biuke. Qada perwerdeyê serbixwe ye, ji xwe Meclisa Perwerde û Fêrkirinê heye.

`CIVÎNÊN BI GEL RE DIŞIBIN REFERANDOMÊ`

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê û endamê Komîteya Teng a Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiyê de got: “Em civînan ji saziyên Rêveberiya Xweser û komînan re li dar dixin, piştî cejna Remezanê em ê bi gel re civînan li dar bixin. Ev civîn wê mîna referandomê be û li gorî pêşniyar û nêrînên wan ger pêwîst bû em ê guhertinan çêkin.”

Hikmet Hebîb destnîşan kir ku divê heta 20`ê Gulanê ev xebat bi dawî bibe û Meclisa Giştî peymanê erê bike, di heman demê de dê komîteyên serjimariyê xebatên xwe piştî Remezanê bi dawî bikin û dê piştre Komseriya Bilind a Hilbijartinan bê avakirin.

(şx)

ANHA