​​​​​​​Êrişên dagirkeriyê li Silêmaniyê hatin şermezarkirin

Welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Silêmaniyê dijîn, êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezarkirin û bang  li hemû aliyên siyasî kirr dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin.

​​​​​​​Êrişên dagirkeriyê li Silêmaniyê hatin şermezarkirin
29 nîsan, 2022   13:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Roj bi roj nerazîbûna dijî êrişan jî berfireh dibe. Li parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê, gelek welatiyên xelkê Bakurê Kurdistanê ên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Welatiyê bi navê Mûsa Xalid daxuyanî xwend û hate gotin; “Dewleta Tirk, AKP û MHP’ê ji bo veşartina şikestina xwe, carek din li ser Başûrê Kurdistanê, dest bi dagirkeriyê kirin. Ev êrişa ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ne rewaye, dewleta Tirk ji bo zindîkirina împaratoriya Osmaniyan dixwaze herêmên Mîsaqî Milî dagir bike.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Tevî dagirkerî dijî hemû destkeftiyên Kurdane û Tirkiye dixwaze Kurdistanê dagir bike, mixabin PDK jî divê dagirkeriyê de hevkare. Em weke penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bang li hemû aştîxwazan dikîn, li hemberî dagirkeriyê bêdeng nemînin. Eger Başûrê Kurdistanê were dagirkirin, wê hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rabin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hate kirin daku, dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê xwedî helwest bin.