​​​​​​​‘NATO amade ye li dijî Rûsyayê bi salan piştgiriya Ukraynayê bike’

Sekreterê giştî yê NATO`yê diyar kir ku NATO amade ye li dijî Rûsyayê bi salan piştgiriya Ukraynayê bike û çekên nû bidê. Li aliyekî din jî Moskovê da zanîn ku ev yek gefan li ewlehiya Ewropayê dixwe.

​​​​​​​‘NATO amade ye li dijî Rûsyayê bi salan piştgiriya Ukraynayê bike’
29 nîsan, 2022   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî raporeke rojnameya Le Monde a Fransayê bi hevkariya gelek dewletên Ewropayê ya di rojên dawî de ragihand, hin pispor pêşbîn dikin ku ev gav pêşdeçûna artêşa Rûsyayê li Donbassê asteng dike.

Di heman demê de ragihand ku piştgiriya Ewropayê bi şandina sotemeniyê, alavên parastinê û çekan dest pê kir û di rojên dawî de veguherî alavên wekî tank, helkîopter û panzêran.

Brîtanyayê jî banga zêdekirina çekên ji Ukraynayê re û radestkirina balafiran kiribû, her wiha dabû zanîn ku hewcedariya demê bi wêrekiyê heye. Londonê diyar kiribû ku divê xwe ji şerê demdirêj re amade bikin û hîn zêdetir piştgiriya Kîevê bikin.

Parlamentoya Almanyayê duh pêşniyarek kiribû ku ew jî çekan bide desthilata Ukraynayê.

Di heman demê de Hollanda, Estonya, Çekya, Fransa û DYA’yê bi şandina çekan piştgirî ji Ukraynayê re ragihand.

Li hemberî vê yekê Rûsyayê hişyariya li ser van kiryaran da û Kremlînê ragihand ku çekên ji Ukraynayê re tên, gefan li ewlehiya Ewropayê dixwin.

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg anî ziman ku NATO amade li dijî Rûsyayê bi salan piştgiriya Ukraynayê bike. Stoltenberg di Lûtkeya Ciwanan a li Brukselê de got: "Divê em demeke dirêj di amadekariyê de bin û muhtemel e şer meh û salan dewam bike."

Stoltenberg diyar kir ku Rojava dê zexta li ser serokê Rûsyayê da ku liv û tevgera leşkerî ya li Ukraynayê bi dawî bike, bidomîne.

(eh)