​​​​​​​Partiya Komunîst a Kurdistanê bi boneya 1'ê Gulanê daxuyaniyek da

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) 1'ê Gulanê li karkeran pîroz kir û bang li karkeran kir ku li dijî faşîzm, emperyalîzm, zilm û mêtingeriyê derkevin.

​​​​​​​Partiya Komunîst a Kurdistanê bi boneya 1'ê Gulanê daxuyaniyek da
29 nîsan, 2022   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Yekemîn çirûska têkoşîna we ya şoreşgerî ji Manîfestoya Komunîst ya (Marx-Engels) di sala 1848'an de derket, piştre li Awistralyayê di 21'ê Avrêla 1856'an, piştre Komuna Parîsê di 8'ê Adara 1871'an de û du mehan dom kir, lê ew di encama şerê li dijî wê ji aliyê emperyalîzma Fransî û navneteweyî ve vegeriya û agirê şoreşê gurtir bû û di 5'ê Sibatê 1882'an de derbasî Kanada, Chicago û bajarên din ên Amerîkayê bû. Ev berxwedana karkeran a li dijî tunekirin û îstîsmarê, zêdetirî deh hezar kuştî û bi deh hezaran girtiyan, tevî girtina jin û zarokên wan ji bo ku teslîm nebin, bi vê awayî 1'ê Gulanê 1886'an bû cejneke navneteweyî ya karkeran di encama fedakariya wan de. Lê agirê şoreşê venemir û şoreşa Meksîkî (Zengên Sor) di 1910'an de bi pêşengtiya Zapata û Francisco Maduro, ku serokê Dewletên Yekbûyî Wilson bi kordîneya bi balyozê xwe li Meksîkayê û bi alîkariya herêmî, dest pê kir.

Kapîtalîzma gerdûnî ya faşîst û amûrên wê yên bi pere, tevî rê û rêbazên çewisandinê yên ku ev rêjîm li dijî berxwedan û îradeya karkerên cîhanê pêk tînin, nikarin şoreşên rizgariya neteweyî û civakî yên karkeran têk bibin.

Li dijî faşîzm, emperyalîzm, zilm, mêtingerî, heqaret, zordarî, koçberî, hejarî, tirs, şewat û wêrana ji ber şerên emperyalîst û pevçûnên herêmî û siyasetên wan ên ku ji bo domandina zordestiya neteweyî û civakî û dezgehên çapemeniyê yên xirab û baregeh û cebilxaneyên wê yên leşkerî ku bi milyonan gel û neteweyên şoreşger ên ku ji bo aştî, azadî û edaleta civakî dixebitin û şer red dikin, talankirina mal û milk û dizî û birçîbûnê, derkevin.                   

Bi boneya 1'ê Gulanê û ji Kurdistanê em piştrast dikin ku karkerên Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) 1'ê gulanê li karker û tevgera komunîst a navneteweyî û têkoşîna wê ya rizgarîxwaz a şoreşgerî û berxwedana şoreşgerî ya rizgariya Kurdistanê, ku di her bostekê welatê me de dest pê kir pîroz dikin û bang li kerkaran dikin ku heta bidestxistina azadî û edaleta civakî, bi îsrar li ber xwe bidin."

(dx)