​​​​​​​Li dijî êriş û gefên domdar xweparastin rêya yekane ye

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûne. Serokkomarê Tirkiyê eşkere kir ku ew ê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Li vir pirsa xwe dide der ew e ku şêniyên herêmên dikarin çawa li hemberî van êrişan bisekinin.

​​​​​​​Li dijî êriş û gefên domdar xweparastin rêya yekane ye
29 nîsan, 2022   00:46
KOBANÊ – CÛMA MIHEMED

Timayên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê ji her kesî re eşkere ne. Dewleta Tirk hewl dide sûdê ji her derfetekê bigire da da ku herêmên din dagir bike. Di 20'ê Nîsanê de serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan li pêşiya parlamanteran got, ew ê careke din êriş bike.

Beriya van gefan jî êriş zêde kirine. Ji nîvê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek Kobanê, Til Temir, Qamişlo, Minbic û Til Rifetê bombebebaran kirub. Her wiha êrişên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirin. Di êrişa li ser bajarê Kobanê de du welatî birîndar kir.

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, di 25'ê Nîsanê de ji ANHA'yê re axivî û got: "Îhtîmalên êrişên nû li ser herêmên me hene. Çawa me DAIŞ'ê têk bir, divê em xwe biparêzin, şer bikin û bi sekevin."

DESTKEFTIYÊN ŞEHÎDAN DIPARÊZIN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo rizgarkirina herêmên xwe destpêkê ji hikumeta Şamê, piştre komên çete yên bi navê cuda berdêlên giran dan. Dewleta Tirk a dagirker ku destpkê destek da êrişên çeteyan ên li ser herêmê, niha bi xwe êriş dike û bi van êrişan armanc dike ku îradeya gelên herêmê bişkîne û gel qir bike.

Pêkhateyên herêmê, Kurd, Ereb û Suryan di oxira rizgarkirina herêmê û parastina wan de, bi hezaran şehîd û birîndar dane.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, Fethî Elî yê bavê şehîd Artêş got: "Tirkiyê êrişî her çar parçeyên Kurdistanê dike. Ev êriş ji lawazbûna wê û ya serokê wê tên. Ji ber ku dema dewlet û serokên wan li ber hilweşîne ne serî li şer didin da ku xwe pê xilas bikin."

Fethî Elî diyar kir ku dewleta Tirk dijminê kurdan û tu carî nabe dost û ev got: "Lê mixabin, hin alî pê re dibin hevkar."

Têkildarî rabûna li hemberî van êrişan bavê şehîd Artêş ev tişt anî anî ziman: "Ji şêniyên Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku xwe biparêzin. Bersiva herî xurt a li hembeî dewleta Tirk yekitî û hevgirtin e. Heger em xwe biparêzin, em xwîna şehîdan diparêzin, wê demê tu kes nikare me têk bibe û em ê serkeftinê bi dest bixin."

Fethî Elî bi domdarî got: "Li hemberî vê dijminê hov divê em bi zanebûn û xebateke xurt kar bikin. Gotina ku me sînorê xwe parastiye têrê nake. Divê em di hemû qadan de, li xendeq, mal, di nava civakê de û li kolanan çalak bin da ku dengê me bighêje cîhanê. Heger em wisa nekin em xwe, şehîdên xwe û xaka xwe naparêzin."

Elî bal kişand ser rola malbatên şehîdan di vî warî de û wiha got: "Malbatên şehîdan ji her tiştî re amade ne. Tirkiyê dijminê me ye û êrişî me dike. Heger êriş bike em dev ji xaka xwe bernadin. Divê malbatên şehîdan bersiva Tirkiyê bidin û li hemberî wê bisekinin, wê demê em dikarin tiştekî bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Fethî Elî di dawiyê de got: "Her tim em dibêjin ku malbatên şehîdan pêşengên civakê ne. Dema rabe her kes wê bide pey wê, ji ber ku ku giyanê zarokên xwe didin."

CIWAN AKTORÊN SEREKE NE

Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser rola ciwanan û dibêje" Me bi ciwanan dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin". Ev gotin erk û peywirên ku dikeve ser milên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike.

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl got: "Tirkiyê bi awayekî hovane êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ev ne cara yekemîn e ku welatiyan bi balafirên bê mirov ên bi çek dikeve hedef. Tirkiyê ciwan û jin û her kesen ku ji bo projeya heyî dixebite, dike armanc. Ev tişt dûrî mirovahiyê ye."

Xunav Xelîl diyar kir ku erka sereke ya ku dikeve ser milê ciwanan, ew e ku civak û şoreşa xwe biparêzin û wiha domand: "Ev yek bi gelek rêbazan tê kirin, divê ciwan xwe pêş bixin, xwe birêxistin bikin, asta zanebûnê xurt bikin, planên ku wan dike hedef, ji wan tirsandina ciwan û civakê û qirkirina wan, nas bikin."

Xunav Xelîl îşaret pê ki ku dijmin bi hemû rê û rêbazên leşkerî, siyas, dirûnî û şerê taybet êriş dike û hewl dide civakê hilweşîne û got, divê ciwan rastiya şerê taybet nas bike, da ku bandorê li mejiyê wan neke û wê têk bibin.

Xunav Xelîl her wiha diyar kir, dijmin hewl dide nasnameya ciwanan têk bibe û ev tişt anî ziman: "Bi rêya telefon û hin edetên li dijî exlaqê, hewl dide nasnameya ciwanan têk bikin. Ji ber vê yekê divê ciwan xwe bi rêxistin bikin û xwe pewerde bikin. Ji ber ku erka ciwanan ne tenê rêxistinkirin  û lidarxistina çalakiyan e. Ciwan berpirsê her tiştên girêdayî civakê ne, were xwestin divê çekê rakin. Heger êriş li ser herêmê werin kirin, divê ciwan li hemberî wê bibin bersiv."

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê bi bîr xistin ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê êriş hene, armanc jê qirkirina gelê Kurd û têkbirina projeya neteweya demokratîk e û bang li ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bikin, pêş bixin, di nav civakê de bin û were xwestin çek rakin.

ANHA