​​​​​​​Jinên ciwan ên Helebê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek meşalayî li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşeke meşaleyî tevlêbûna xwe ji bo seferberiya giştî ya piştgiriya berxwedana gerîlayan ragihand.

​​​​​​​Jinên ciwan ên Helebê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek meşalayî li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan ên Helebê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek meşalayî li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan ên Helebê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek meşalayî li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan ên Helebê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek meşalayî li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan ên Helebê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek meşalayî li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan ên Helebê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek meşalayî li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan ên Helebê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek meşalayî li dar xist
28 nîsan, 2022   20:38
HELEB

Bi diruşma "Bi lehengiya YJA-Starê û serhildana jinên ciwan wê cenga azadiyê bi serdikeve", Yekitiya Jinên Ciwan a Taxa Şêxmeqûsd a Helebê bi meşeke meşalayî tevlêbûna xwe ji seferberiya giştî ya ji bo piştgiriya bexwedana gerîla ragihand.

Di meşê de amade bûn.

Meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê dest pê kir. Di meşa ku bi sedan şênî û ciwanên taxê tev lê bibûn de, alên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, HPG û wêneyên rêber Ocalan hatin hildan û diruşmeyên silavkirina bexwdana gerîla û şermezarkirina dagirkerî û xiyanetê hatin berzkirin.

Meş li qada Cibanat a beşê rojhilat ê taxê rawestiya û ji şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Maya Mihemed axivî, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin û got: "Herêma Zapê yek ji herêmên ku dewleta Tirk lê têk çû û hilweşiya, ji ber vê yekê bi awayekî hovane êrişên dagirkirinê li ser herêmê pêk tînin."

Maya Mihemed bal kişand ser berxwedana gerîla û diyar kir ku ev berxwedanî wê dewam bike heta ku dagirkerî û xiyanet bi dawî bibin.

Maya Mihemed banga tevlêbûna seferberiya giştî li şêniyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev şer şerê rûmet û şerefê ye. Divê em bi hêzên xwe re bin yên ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî êrişên dagirkirinê li ber xwe didin. Ne ji wan hêzan bûya wê dijmin me tune kiriba û nasnameya me ji holê rakiriba."

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser berxwedana gerîla hate pêşandan.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA