Parêzer: Dewleta Tirk hevpeymana qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike

Parêzeran gotin, “Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, binpêkirina hevpeymana qedexekirina çekên kîmyewî ya sala 1993`an e. Dewleta Tirk sînoran deras dike û qada hiqûqî ya navneteweyî jî li hemberî sûcên wê bêdeng e.”

Parêzer: Dewleta Tirk hevpeymana qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike
29 nîsan, 2022   04:06
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ya Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di êrişan de mîna her carî çekên kîmyewî û gaza jehrê bi ser herêmê gerîla de tên barandin.

Herî dawî HPG`ê 25`ê Nîsanê têkildarî bîlançoya şer a hefteyekê daxuyanî da û tê de ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi  gaza kîmyewî çeperên şer ên hêzên wan bomberdûman kirine.c

Têkildarî mijarê parêzerên li herêma Cizîrê nerînên xwe bi ajansa me re parev kirin.

/kr/uploads/files/2022/04/28/183505_sahn.webp

Parêzer Şahîn Lalê diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk a faşîst li hundir û derveyî Tirkiyê li dijî zagonên navneteweyî ne û got: “Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê li dijî gel û welatan, sûcan pêk tîne.”

Şahîn Lalê da xuyakirin ku li kêleka êrişên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, di êrişan de çekên kîmyewî jî bi kar tîne û wiha dom kir: “Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî sûc tên hesibandin. Her wiha binpêkirina hevpyemana qedexekirina çekên kîmyewî ya sala 1993`an e.”

Şahîn Lalê wiha pê de çû: “Bi vê yekê dewleta Tirk dide xuyakirin ku ew dewleteke bi serê xwe ye, tu sînoran ji xwe re nabîne û êrişên xwe li gelek herêman dike. Her wiha tu hesab jî jê nayê xwestin. Mixabin qada hiqûqî li hember van sûcan bêdeng e.”

Parêzer Şahîn Lalê diyar kir ku dema şereke li cîhanê rû dide, helwesteke tê dayîn û wiha domand: “Lê heta niha qada navneteweyî li hember dagirkirin û dewstwerdanên dewleta Tirk a qirker tu helwest nîşan nedaye. ev bêdengî cihê fikaran e.”

Şahîn Lalê di dawiya axaftina xwe de got: “Ev bêdengî ji ber berjewendiyan e; berjewendiyên aborî, leşkerî û hevpeyman di navbera wan de ne. Em dibînin ku endamekî Neteweyên Yekbûyî zagonên navneteweyî binpê dike, lê hesab jê nayê xwestin.”

HPG di bîlançoya sala 2021`an de ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker 367 caran êrişên bi çekên kîmyewî pêk aniye.

Parêzer Xufran Xelef jî da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hemû zangon û hevpeymanên navneteweyî binpê dike, vê yekê jî bi topbaran û êrişên xwe de nîşan dide.

/kr/uploads/files/2022/04/28/183529_xufran.webp

Xufran Xelef da xuyakirin ku beriya niha dewleta Tirk a qirker li dijî gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çekên kîmyewî bi kar anî; niha jî di bikarnîna çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê jî dewam dike.

Xurfan Xelef destnîşan kir ku ev bêdengî nîşan dide ku dewleta Tirk xwe li jora Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û hevpeymana Neteweyên Yekbûyî dibîne û got: “Divê rêxistinên navneteweyî di vê mijarê de helwesteke cidî bigirin.”

(cx)

ANHA