Li Efrînê 50 darên din hatin birîn

Çeteyên Silêman Şah (Emşat) ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê ya Efrînê 50 darên din ên zeytûnan birîn.

Li Efrînê 50 darên din hatin birîn
28 nîsan, 2022   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên Silêman Şah (Emşat) ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê zêdetirî 50 darên zeytûnan birîn.

Li gorî çavkaniyên dar ayidê welatiyê bi navê Ehmed Îzet Yûsif ê ji gundê Xelîl ê Şiyê ye. Her wiha dane zanîn ku dar piştî hatin birîn, birin navenda çeteyan a li navçeyê da ku li wir wekî êzîng werin depokirin û bazirganî pê werin kirin.

ANHA