Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû       

Çalakiya "Konê berxwdanê" ya li Minbicê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, heta serkeftinê dê bexwdan li dijî dagirkeriyê dewam bike.

Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû       
28 nîsan, 2022   15:10
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê, li dijî êrişên dagirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyê "Konê berxwedanê" li naverasta bajar dabû destpêkirin. Çalakî îro bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê Sîdana Heûş ve bi amadebûna ciwanan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên hevbeş ên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û hate gotin, ev êrişên li dijî gerîla ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hêzên dagirker çawa li Garê û deverên din bi bin ketin wê li Zap û Avaşînê jî têk biçin.

Ciwanan gotin: "Ev êrîş îrade û îsara me xurtir dike."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dewletên kapîtalîst her tim îdia dikin ku PKK'ê partiyeke terorîst e. Ev hemû ji ber ku ev partî bi fikirê rêbertî hewl dide gelan ji pergalên desthilatdar û modernîteya kapîtalîzmê yên ku bi domdarî gelan qetil dikin, rizgar bike. Banga me ji tevahî cîhanê re; yên ku gelan qetil dikin ew terorîst in û yên ku mafên gelan diparêzin divê werin xelatkirin û piştgiriya wan bê kirin."

Di daxuyaniyê de bang li gel û ciwanan hate kirin ku beşdarî seferberiya giştî ya li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî bibin û wiha hate bidawîkirin: "Ji bajarê Minbicê em soz didin şehîdên xwe yên ku ji bo azadiya me berdêlên giranbuha dane ku em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin, heta serkeftinê li ser şopa wan bin. Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan heta serkeftina li dijî faşîzma Tirk em ê çalakiyan dewam bikin."

ANHA