HPG`ê nasnameyên 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) 5 gerîlayên jin ku 2017`an li Katoyê şehîd bûbûn, bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

HPG`ê nasnameyên 5 gerîlayên şehîd eşkere kir
28 nîsan, 2022   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

"19`ê Nîsana 2017’an artêşa Tirk a dagirker li herêma Belkê li ser çiyayê Katoyê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê operasyonê de şer qewimî û hevrêyên me Roza, Xwînda, Stêrk, Zîlan û Arîn bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Roza Hêlîn

Nav paşnav: Merdiye Adibellî

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Gulşe-Mînur

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Xwînda Kato

Nav paşnav: Hatîce Aykût

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Cemîle-Ramazan

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Stêrk Efrîn

Nav paşnav: Hamîde Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Azîme-Cemal

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Zîlan Qerejdax

Nav paşnav: Zînet Ceylan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Bozê-Fetîh

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Arîn Qerejdax

Nav paşnav: Medîne Tîlkî

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Koçer-Hasan

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Hevrêyên me Roza, Xwînda, Stêrk, Zîlan û Arîn her yek ji wan lehengên esîl, wêrek, bedew bûn. Em soz didin ku têkoşîna wan bi ser bixînin û bi xewn û xeyalên wan re dilsoz bin. Di serî de malbatên wan ên hêja yên welatparêz em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”