Nûrî Malikî: Dewleta Tirk ferqê naxe navbera Kurdan-HATE NÛKIRIN

Serokê Hevbendiya Dewleta Yasa Nûrî Malikî diyar kir ku hêzên Başûrê Kurdistanê nikarin li hemberî dewleta Tirk bisekinin û got: ““Tirkiye bi ti awayî ferqê naxe navbera Kurdan de, divê Kurd vê yekê baş bizanin.”

Nûrî Malikî: Dewleta Tirk ferqê naxe navbera Kurdan-HATE NÛKIRIN
28 nîsan, 2022   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûrî Malikî di derbarê êrişên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê de axivî û diyar kir ku divê gelê Kurd baş bizane dewleta Tirk ferqê naxe navbera Kurdan de û mafê gelê Kurd nade.

Serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê de ji ajansa Bagdat Today re axivî û diyar kir ku Tirkiye dadperweriyê ji gelê Kurd re nayîne.

Her wiha Nûrî Malikî destnîşan kir Iraq bi projeyekê navdewletî re rû bi rû ye û got, Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengî ya Şîe pêşî li vê projeya metirsîdar girtiye û dest bi serkeftinê dike.

Malikî bal kişand li ser destwerdanên dewleta Tirk a li ser Iraqê û wiha axivî: “Ti demê wek niha destwerdanên derve li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê çênebûne, destwerdanên herêmî yên li ser Iraqê wek fermanekê lê hatine.”

Nûrî Malikî diyar kir ku ji bo dewleta Tirk hemû Kurd wek hevin û got: “Tirkiye bi ti awayî ferqê naxe navbera Kurdan de, divê Kurd vê yekê baş bizanin. Hêzên Herêma Kurdistanê nikarin li hemberî Tirkiyeyê rawestin û Tirkiye jî ji pirsgirêkên siyasî yên li Iraqê sudê digire.”

Serokê Dewleta Yasa rexne li Hikumeta Kazimî kir û got: “Dirêjkirina Hikumeta Kazimî mirina parlemento û desturê ye.”

Her wiha diyar kir ku pirsgirêkên di navbera partiyên li Başûrê Kurdistanê de hene, pirsgirêkên takekesî ne.