Koçberên Efrînê: Topên wan îradeya me naşikîne

Koçberên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser dirêjahiya eniyên şer ên li kantona Şehbayê şermezar kir û got, "Heta rizgarkirina Efrînê û vegera li ware xwe em ê li Şehbayê li ber xwe bidin."

Koçberên Efrînê: Topên wan îradeya me naşikîne
28 nîsan, 2022   06:27
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî gundên bi sivîlan dagirtî yên li kantona Şehbayê û navçeyên Şêra û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî, zêdetir kirine.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji gundên bajarê Bab, Marê, Ezaz û Efrînê, bi zêdetirî 300 topan herêmên navborî topbaran kirin.

Welatiyan ji ajansa me re teqez kirin ku heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran û vegera li ware xwe, ew bi israr in li herêmên Şehbayê û Şêrawa bimînin.

Welatiyê bi navê Luqman Bekir anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker bi gelek topan malên navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir armanc.

Bekir diyar kir ku ev ne tiştekî nû ye, ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî bi cih dibin, rojane herêmê topbaran dikin.

Bekir wiha axaftina xwe dewam kir: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên rojane hewl didin me bitirsînin û me neçarî derketinê bikin, da ku wekî gelek herêmên din ên Sûriyê herêmê dagir bikin. Lê em ji wan û cîhanê re dibêjin ku heta dawiyê em ê li vir bin û di hemû şer û mercên zehmet de jî li ber xwe bidin. Topên wan îradeya me naşikîne.”

Welatiya bi navê Leyla Reşo jî ya li kampa Veger a li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa axivî û got: "Em ji beriya 4 salan ve bi topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû ne."

Leyla Reşo diyar kir ku ji beriya 5 salan ve li kampê di şert û mercên zehmet de dijîn, li kêleka wê jî rojane rastî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tên.

Leyla wiha pê de çû: "Cara yekemîn em ji Efrînê dan koçberkirin, dixwazin me careke din ji vê kampê bidin koçber kirin. Lê em ji tevahî cîhanê re dibêjin em ji ser xeta berxwedanê venagerin."

Leyla Reşo destn destnîşan kir ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê û vegera li ware xwe li kampa Veger a navçeya Şêrawa li ber xwe bidin.

Cîgirê hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifet Îbrahîm Reyhanî jî axivî û îşaret bi armancên artêşa Tirk û çeteyên wê ji hedefgirtina sivîlan kir û got: "Dixwazin berxwedana şêniyan têk bibin û herêmê ji welatiyan vala bikin."

Reyhanî diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji beriya 4 salan ve malên sivîlan bi moşek û balafiran dikin armanc, bi vê yekê jiyana sivîlan dikeve xeteriyê.

Reyhanî da zanîn ku Meclisa Navçeya Til Rifet hemû derfetên xwe ji bo birêxistinkirina şêniyan bi kar tînin.

Reyhanî her wiha bal kişand ser ambargoya hikumeta Şamê û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li kêleke ambargoyê artêşa Tirk a dagirker gundên kantona Şehayê û navçeya Şêrawa topbaran dikin û ev jî dihêle rewş kambaxtir bibe."

(eh)

ANHA