Helîkopterên dewleta Tirk êrîşî Kurojahroyê dikin

Helîkopterên dewleta Tirk êrîşî Kurojahroyê dikin
27 nîsan, 2022   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Helîkopterên dewleta Tirk, ji aliyê herêmên girêdayî PDK’ê ve derbas dibin û êrîşê Kurojahroyê dikin. Gerîlayên azadiyê mudaxeleyî tevgera zêde ya helîkopteran a li dijî Girê Rûbar dike. 

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin dewleta Tirk bi helîkopteran êrîşê Kurojahroyê dike. Tê gotin ku helîkopter j aliye herêmên girêdayî PDK’ê ve difirin û êrîşan dikin.

Her wiha li qada Girê Rûbar jî tevgereke zêde ya helîkopteran heye. Heman çavkaniye got ku gêrîla mudaxeleyê tevgera helîkopteran dike.