Ciwanên tev li seferberiya giştî bûne: Em ê piştgiriya gerîlayan bikin

Ciwanên tev li seferberiya gitşî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Hesekê raginadibû, bûn, da zanîn ku ew amade ne berê xwe bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê bisekinin.

Ciwanên tev li seferberiya giştî bûne: Em ê piştgiriya gerîlayan bikin
28 nîsan, 2022   00:52
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker bi hevbeşiya PDK`ê ji 17`ê Nîsanê ve êrişên qirkirinê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin. Li hemberî vê yekê jî bertekên gelê Kurdistanê û hevalbendên wî dewam dikin û banga piştgiriya gerîlayên HPG`ê dikin.

Bi armanca têkbirina êrişên qirkirinê yên hevbeş, KCK`ê 22`yê vê mehê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurdistanê, jin û ciwanan kir ku li dijî êrişan bisekinin û destekê bidin gerîlayên HPG`ê. Di heman demê de li hemû deveran asta berxwedanê xurt bikin.

Li ser vê yekê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê piştî rojekê ji daxuyaniya KCK`ê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberiya giştî ragihand, da ku ciwan bi berpirsyariya xwe ya piştgiriya HPG`ê rabin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Li kantona Hesekê rojane bi dehan ciwan tev li seferberiya giştî dibin, li ser vê yekê ajansa me hevdîtin bi çend ciwanan re çêkir. Ji wan Sîmaf Mihemed a ji bajarê Hesekê, diyar kir ku piştî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevbeşiya PDK`ê seferberiya giştî ragihand, ew tev li bû.

Sîmaf Mihemed da zanîn ku gerîla temsîla wan dike û hebûna wan jî bi hebûna gelê Kurdistanê re ye, lewma divê asta têkoşîna xwe xurt bikin, ji ber ku armanca êrişan têkbirina vîna gelê Kurdistanê ye û wiha got: "Berxwedana HPG`ê dê wan armancan têk bibe û divê ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê tev li seferberiya giştî bibin û li kêleka HPG`ê li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Herênên Parastinê yên Medyayê bisekinin."

Beşar Mehmûd Nûrî yê ji herêma Serêkaniyê ya dagirkirî amadekariya xwe ji çûna ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê re destnîşan kir û got: "Em ê heta dawiya temenê xwe piştgiriya gerîla bikin, ji ber ku pêwîstiya vê qonaxê bi vê yekê heye ku serkeftin para me be."

Êrişên dewleta Tirk a dagirker piştî 3 rojan ji serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji dewleta Tirk re pêk hat.

(eh)

ANHA