​​​​​​​Ji bo piştgirî bidin gerîla ciwanên Girkê Legê seferberî ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Girkê Legê li ser banga KCK'ê seferberî ragihand.

​​​​​​​Ji bo piştgirî bidin gerîla ciwanên Girkê Legê seferberî ragihand
27 nîsan, 2022   20:43
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji 17 vê mehê ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hevkariya PDK'ê dest bi êrişeke berfireh kiriye. KCK'ê jî ji bo piştgirî bide gerîla seferberî ragihand.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Girkê Legê îşev bi daxuyaniyekê seferberî ragihand

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêvebirên Yekitiya Jinên Ciwan Zîlan Luqman ve li ber navenda Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Girkê Legê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke berfireh kirine. Gerîla bi hemû hêz û îradeya xwe li ber xwe dide. Her wiha ev êriş tevahî gelê Kurd dike hedef.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya jinên Ciwan a Girkê Legê di daxuyaniyê de ragihand ku ew li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê ne û tev li nava seferberiyê dibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin bi berxwedan, têkoşîn û îradeyê ew ê komployan têk bibin û bi ser bikevin.

(şt)

ANHA