​​​​​​​‛Divê Iraq, li şûna hêzên xwe sewqî Şengalê dike, li dijî Tirkiyê bisekine’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê, li sewqkirina hikumeta Iraqê ji hêzên xwe re ber bi Şengalê ve, rexne kir û piştrast kir ku ev gav bi destekdayîna dewleta Tirk pêk hat ku armanca peymana 9'ê Cotmeha 2020'an pêk bînin.

​​​​​​​‛Divê Iraq, li şûna hêzên xwe sewqî Şengalê dike, li dijî Tirkiyê bisekine’
28 nîsan, 2022   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN- MÎDYE HENAN

Artêşa Iraqê di 25'ê Nîsanê de hejmareke zêde ya leşkeran tevî wesayîtên leşkerî derbasî Şengalê û hin gundên derdora wê kirin û li baregehên leşkerî yên sabît belav kirin, ev yek hêrsa civaka êzidî zêde kir.

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Rîham Hesen got: "Li şûna ku artêşa Iraqê hêzên xwe li herêmên ku rûbirûyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi cih bike, li Şengalê bi cih dike."

Rîham Hesen destnîşan kir ku artêşa Iraqê hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hêzên xwe li Şengalê bi cih dike û wiha dom kir: "Heşid Şebî ya li Şengalê hêzên xwe zêdetir bicih dike, li şûna ku hêzên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bike, wan derbasî Şengalê dike, ev yek nîşaneya lihevkirina dewleta Iraq bi dewleta Tirk re ye û berdewama peymana 9'ê Cotmeha 2020'an."

PDK’ê û Hikumeta Iraqê di 9’ê Cotmeha 2020’an de ku, hewextî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêberê Abdullah Ocalan a sala 1998’an, li dijî Şengalê peyman îmze kiribû.

'KOMPLOYEKE EŞKERE YE'

Rîham Hesen destnîşan kir ku sewqiyetên hikumeta Iraqê bi destekdayîna dewleta Tirk pêk hatin. Li Iraqê krîzek heye û biryarên tên dayîn ne bi destê wê ye, ji desthilatên derve ne.

Rîham Hesen da zanîn ku ev komployeke eşkere li ber çavên cîhanê pêk tê. Barzanî, Kazimî û Helbûsî bi dewleta Tirk re civiyan û piştî van hevdîtinan ji bo pêkanîna wê gav avêtin.

' RÊVEBERIYA XWESER XWEDÎ PROJEYEKÊ YE Û DEV JI VÊ PROJEYÊ BERNADE '

Rîham Hesen xuya kir ku armanc ji van sewqiyetan, peymana 9'ê Cotmeha 2020'an pêk bê û Rêveberiya Xweser a Şengalê li hemberî vê peymanê disekine, ji ber ku ew peymaneke xizmeta berjewendiya gelê Şingalê nake û got: "Em wekî Rêveberiya Xweser xwedî projeyeke çareseriyê ne, ew jî projeya Rêveberiya Xweser e û me gelek caran pêşkêşî hikumeta Iraqê kiriye û ev proje ne cudakirina ji Iraqê ye û ne binpêkirina destûra Iraqê ye, lê hikumeta Iraqê bi wê yekê ve ne girêdayî ye, ji bo vê jî em wekî Rêveberiya Xweser dev ji vê projeyê bernadin û bêyî wê Êzidxanê serkeftinan pêk nayne û qirkirina civaka êzidî bi dawî nabe."

Li ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de Rîham Hesen wiha axivî: "Di êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an de, PDK'ê dev ji Şengalê berda û artêşa Iraqê jî parastina wê nekir, tevî ku parastina Şengal û gelê Şengal li ser milê wan bû, ji ber ku Şengal girêdayî Nînowa ye û Nînowa beşek ji Iraqê ye, tu dijminatî di navbera me û hikumeta Iraqê de tune ye, lê hikumeta Iraqê hewl dide vê projeyê têk bibe û gelê Şengalê vê yekê qebûl nake û eger derfet ji bo vê yeke hebe, ev tê wateya qirkirineke nû ya li dijî êzidiyan e."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Rîham Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev krîz ne tenê girêdayî Iraq û Şengalê ye, lê ew krîzeke cîhanî ye, ji ber ku em ber bi dawîbûna rêkeftina Lozanê di sala 2023'an de ne. Ji ber wê jî cîhan rûbirûyê şerekî cîhanî ye û her hêzek hewl dide para xwe bidest bixe û parçebûnê çêbike û em vê parçebûnê red dikin. Eger parçebûnek nû çêbibe, xizmeta Şengalê nake û ne jî xizmeta berjewendiyên hikumeta Iraqê dike."

(dx)

ANHA