​​​​​​​' Dîwarê Şengalê bi tifaqa Tirkiyê tê lêkirin, divê rê li pêş wê bigirin '

Şêxê eşîra El-Neîm a li Tebqayê Ebdurehman El-Cedû piştrast kir ku armnaca lêkirina dîwar ku hikumeta Iraqê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de lê dike, dorpêçkirina Şengalê ye.

​​​​​​​' Dîwarê Şengalê bi tifaqa Tirkiyê tê lêkirin, divê rê li pêş wê bigirin '
28 nîsan, 2022   01:58
TEBQA- EBDUREHMAN EL- SALIH

Gelê her du aliyên sînor, lêkirina dîwarê di navbera Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li ser xwe xeter dibînin.

Têkildarî xeteriyên avakirina projeyên bi vî rengî li herêmê, ajansa me bi şêxê eşîra El-Neîm a li Tebqayê Ebdurehman El-Cedû re hevpeyvînek pêk anî. El- Cedû di destpêka axaftina xwe de got: "Dîwarê ku di navbera Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê lêkirin, planeke ji aliyê hêzên serdest ve li herêmê ye da ku civaka êzidî li Şengalê ji pêkhateyên din dûr bixe û hemû projeyên demokratîk ên li herêmê dorpêç bikin."

Li ser hinceta artêşa Iraqê di lêkirina dîwar de ku bi fermana hikumeta Mistefa Kazimî û rêkeftina PDK hatiye kirin, ku lêkirina dîwar ji bo parastina herêmê ji metirsiya çeteyên DAIŞ'ê ye, El-Cedû wiha domand: "Di sala 2014'an de deriyê sînor ji çeteyên DAIŞ’ê re vekirî bûn ku her cure zilm û komkujiyên cuda li dijî civaka êzidî pêk bînin û hêzên Iraqê li hemberî vê metirsiyê gav neavêtin û parastina civaka êzîdî nekirin.

Lê piştî rizgarkirina Şengalê bi destê PKK’ê, YPJ û YPG’ê û pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê, hêzên Iraqê dest bi lêkirina dêwarê kir. Ev yek jî bi armanca her du gelan ji hev cuda bikin û destkeftiyên civaka êzidî û rêveberiya xweser têk bibin."

Şêx Ebdurehman El-Cedû destnîşan kir ku plangerê yekemîn ê vê projeyê, dewleta dagirker a Tirk e û got: "Perensîpên ku ev dîwar li ser hatiye lêkirin, prensîbên dewleta faşîst a Tirk in ku her tim hewl dide şerê gelên azadîxwaz li hemû herêman bike, ev bû sedem ku hikumeta Iraqê û PDK'ê vê projeyê bi cih bînin, da ku hegemonya xwe li ser welatên cîran xurt bike."

El-Cedû wiha dom kir: "Rejîmên serdest di navbera me de çi bikin bila bikin û dîwaran lêkin, ew ê negihêjin daxwazên xwe, ji ber ku gelên herêmê ji berê de têkiliyên dîrokî di navbera wan de heye, ev girêdana civakî dê her planeke veşartî li dijî me tê kirin, têk bibe."                            

Ebdurehman El-Cedû di dawiya axaftina xwe de peyamek ji civaka êzidî, hemû gel û eşîrên herêmê re şand ku li hemberî projeyên mêtînger ên li dijî azadiya gelan bisekinin û got: "Divê em li hemberî van kiryaran bisekinin û her planê ku ji aliyê mêtîngeriya cîhanî ve li dijî me tê kirin, pûç bikin."

(dx)

ANHA