YJA-Star: li Werxelê 8 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên YJA-Starê  li dijî komeke girêdayî artêşa Tirk a li Werxelê ya Avaşînê çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 8 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin û 2  jî birîndar bûn.

YJA-Star: li Werxelê 8 dagirker hatin kuştin
27 nîsan, 2022   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên YJA-Starê duh li Werxelê li hemberî komeke girêdayî artêşa Tirk çalakiyek li dar xist û di encama çalakiyê de 8 dagirker hatine cezakirin û 2 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da: “Hêzên me yên YJA-Starê di 26’ê Nîsanê de danê sibê li herêma Werxelê ya Avaşînê li komek girêdayî artêşa Tirk dan. Di encama vê çalakiyê de 8 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.”