​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi saziyên TEV-DEM`ê û şêniyên Tirbespiyê re civiya

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Biçûk du civînên cuda ji endamên TEV-DEM`ê yên Qamişlo û şêniyên navçeya Tirbespiyê re li dar xistin û naveroka reşnivîsa peymanê ji beşdaran re şîrove kir, her wiha nêrîn û pêşniyarên wan girtin.

​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi saziyên TEV-DEM`ê û şêniyên Tirbespiyê re civiya
​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi saziyên TEV-DEM`ê û şêniyên Tirbespiyê re civiya
​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi saziyên TEV-DEM`ê û şêniyên Tirbespiyê re civiya
​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi saziyên TEV-DEM`ê û şêniyên Tirbespiyê re civiya
​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi saziyên TEV-DEM`ê û şêniyên Tirbespiyê re civiya
27 nîsan, 2022   11:44
QAMIŞLO

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Biçûk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek ji endamên yekitî, rêxistin, saziyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re li Hola Efrîn a li Qamişloyê li dar xist û nêrînên wan der barê reşnivîsa peymana civakî de girtin.

Endamên Komîteya Biçûk; Miwefeq El-Ehmed, Asya Ebdullah û Senherîb Bersûm tev li civînê bûn.

Di civînê de 99 madeyên Peymana Civakî hatin xwendin û ji beşdaran re hatin şîrovekirin. Piştre komîteyê nêrîn û pêşniyarên beşdaran der barê madeyên peymanê de girtin.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê bi heman mebestê civînek li Kluba Siyahî ya li navçeyê li dar ket. Endamên Komîteya Biçûk; Ziyad Rustem, Corcêt Bersûm û Mihemed El-Nasir û şêniyên navçeyê tev li civînê bûn.

Di dawiya civînê de komîteyê nêrîn û pêşniyarên beşdaran der barê reşnivîsê de girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Sazkirina Peymana Civakî dê van civînan bidomîne da ku naveroka peymanê bi şêniyên herêmê re parve bike û nêrînên wan bigire.

(şx)

ANHA