Li Efrînê serçeteyekî ‘Feyleq El-Rehman’ birîndar bû

Li Efrînê bombeyek bi erebeyeke leşkerî de teqiya, di encamê de serçeteyekî ‘Feyleq El-Rehman’ bi giranî birîndar bû.

Li Efrînê serçeteyekî ‘Feyleq El-Rehman’ birîndar bû
27 nîsan, 2022   10:53
NAVENA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku vê sibê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê ya dagirkirî, bombeyek bi erebeyeke leşkerî de teqiya û di encamê de serçeteyekî koma bi navê Feyleq El-Rehman û kesekî din birîndar bûn.

SOHR`ê duh ragihandibû ku serçeteyekî ‘Hemzat’ li ser rêya Tirindê ya gundewarên Efrînê ji aliyê çekdarên nenas ve rastî hewldana kuştinê hatiye û birîndar bûye.

(eh)