Fermandarekî Heşda Şebî: Em li hember êrişa Tirkiyê bêdeng namînin

Fermandarekî Heşda Şebî der barê êrişa duh a dewleta Tirk ya li ser baregeha Heşda Şebî ya li Başîqayê de got ku ew ê li beramber vê êrişê bêdeng nemînin.

Fermandarekî Heşda Şebî: Em li hember êrişa Tirkiyê bêdeng namînin
27 nîsan, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên Heşda Şebî Şedad Temîmî, da zanîn ew ê li beramberî êrişa ku duh dewleta Tirk li Başîqayê bir ser baregeha Heşda Şebî bêdeng nemînin. Her wiha diyar kir ku hebûna Heşda Şebî ya li Mûsilê kelekemeke di çavê Erdogan de.

Şebî Şedad Temîmî li ser êrişê got, “Dewleta Tirk di berdewamiya binpêkirinên xwe de baregeha Heşda Şebî bombebaran kir. Wê Heşda Şebî li beramberî vê êrişê bêdeng nemîne. Wê li dijî her kes û aliyek êriş bike li ser welat, wê bi şêweyek yasayî helwesta xwe nîşan bide.”

Temîmî da zanîn ji ber bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Iraqê ya li beramberî êrişên Amerîka û Tirkiyeyê, welatiyên sivîl û baregehên leşkerî yên hikûmî tên hedef girtin û ev ne karekî ji rêzê ye.

Fermandarê Heşda Şebî da zanîn hebûna hêza Heşda Şebî li Mûsilê kelemeke di çavê Erdogan de û wiha domand: “Li Hewlêr û Bexdayê aktorên siyasî hene ku zanyariyan li ser baregehên Heşda Şebî yên li Musil û cihên din didin îstixbarata Tirkiyeyê.”

Di dewamê de Temîmî destnîşan kir destdirêjiyên dewleta Tirk ên li ser Heşda Şebî wê bandorek xirab li ser peywendiyên Bexda û Enqereyê çêke. Temîmî got, divê hikûmeta Iraqê bi şêwazên cûda cûda bersiva dewleta Tirk bide.

Hêjayî bibîrxistinê ye duh di saetên sibehê de artêşta Tirk bi du balefirên bê mirov baregeha Heşda Şebî ya li Başiqaya girêdayî Mûsilê bombebaran kiribû.