‛Em ê bi yekitiya xwe li dijî siyasetên zordest ên hikumeta Şamê bisekinin’

Jinên ji pêkhateyên cuda yên Helebê dan zanîn ku her çiqas rastî zehmetiyan werin jî tu tişt nikare wan ji hev dûr bixe, lê belê yekitî û asta têkoşîna li hember siyasetên hikumta Şamê xurttir dike.

‛Em ê bi yekitiya xwe li dijî siyasetên zordest ên hikumeta Şamê bisekinin’
27 nîsan, 2022   07:59
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji berê ve û heta niha mînaka hevgirtin û berxwedana li hember siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî welatiyan e. Hikumeta Şamê bi rêya girankirina ambargoyê hewl dide wan parçe bike û ji destpêka aloziyê ve û heta niha, li dijî her du taxan êriş û siyasetên zordest dimeşîne.

Hikumeta Şamê ji 20`ê Tebaxa 2020`an ve ambargoyeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike, nahêle ard û madeyên xwarinê derbasî her du taxan bibin.

Lê her du tax bi îradeya pêkhateyên xwe yên azad û hevgirtinê, armancên hikumeta Şamê û siyasetên wê têk birin ku dixwaze civakê parçe bike. Nexasim ku rêveberiya xwe ya xweser ava kir, xwe birêxistin kir û ewlehî li her du taxa pêk anî.

Jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê teqez kirin ku tu kes nikare wan ji hev dûr bixe û dikarin bi hevgirtin û îradeya xwe li hember siyasetên hikumeta Şamê, bisekinin.

 ‘TI CUDAHÎ DI NAVBERA ME DE TUNE YE‘

Welatiya xiristiyan a bi navê Nêlîn Nexlê ku li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dijî teqez kir ku hemû pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezkirin dijîn û ti cudahî di navbera wan de tune ye.

Nêlîn bang li aliyên pêwendîdar kir ku ambargoya li ser her du taxan rakin da ku ard û madeyên xwarinê bigihêjin taxê û wiha domand: "Divê hikumeta Şamê ard derbasî her du taxan bike da ku rewş vegere mîna berê û rewşa jiyanî weke berê aram bibe."

 ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN Û SERÎ NATEWÎNIN‘

Nêlîn di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em ê li ber xwe bidin û çi bibe jî em ê yek bin. Em ê giyanê hezkirinê di navbera xwe de biparêzin." Bi van gotinan Nêlîn teqez bi xwedîderketina pêkhatiyan li biratiya gelan li hember sûcên li dijî wan tê kirin, kir.

Fatme Mehmûd jî ku ji pêkhateya Ereb e û li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dijî ev tişt anî ziman: "Ji destpêka meha Remezanê ve hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser me ferz dike. Ev jî ewlehî û jiyana şêniyan, xirab dike."

Fatme Mehmûd diyar kir ku her du tax stargeheke ewle ne, lê hikumeta Şamê nahêle gelê wan her du taxan bi aram bijîn û derfetê nade ku kamyonên madeyên xwarinê û ard derbasî her du taxan bibin.

 ‘DI KÊFXWEŞÎ Û ŞÎNÊ DE EM Ê BI HEV RE BIN‘

Selwa Hesen ku ji pêkhateya Tirkmen e wiha axivî: "Di kêfxweşî û şînê de em ê bi hev re bin û em derfetê nadin tu kesî ku me ji hev dûr bixe."

Selwa Hesen wiha pê de çû: "Dixwazin bi rêya siyaset û tedbîrên xwe yên hovane valahiyekê di nava pêkhateyên her du taxan de derxin. Lê ev rêbaz dê bandorê li yekitiya me neke, berovajî wê hevgirtina me xurttir dike."

Selwa Hesen bang li bidawîkirina ambargoya li ser her du taxan, peydakirina ard û madeyên xwarinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku jiyan vegere mîna berê. Divê ev siyaset li dijî gel pêk neyên."

 ‘HIKUMETA ŞAMÊ REWŞÊ ALOZTIR DIKE‘

Welatiya bi navê Bedriya Ebdulwehîd Bekrî hişyarî da ku rewşa li her du taxan xirabtir bibe ji ber ambargoya heyî û got: "Kalepîr û zarok hene. Gunehê wan çi ye?"

Bedriya Ebdulwehîd Bekrî di axaftina xwe de behsa sedemên ferzkirina ambargoya ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser her du taxan kir û ev tişt anî ziman: "Em gelekî aştîxwaz in. Pêkhateyên her du taxan hevgirtî ne. Çima hikumeta Şamê ambargoyê li ser me ferz dike û ji me çi dixwaze?"

Bedriya Ebdulwehîd Bekrî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevjînê min astengdar e. Rewşa min mîna hemû şêniyên taxê ye. Ez hewl didim tevî hemû zehmetiyan li ber xwe bidim. Ez bi xwe rewşa malê bi rê ve dibim. Hikumeta Şamê jî bi siyaset û ambargoyê rewşa me girantir dike."

(bx)

ANHA